​​​​​​​Bi boneya Newrozê...Rêveberiya Xweser efûyek giştî derxist

Bi boneya cejna Newrozê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna jimareya /5/ ya efûya giştî li ser sûc û cinayetan derxist.

​​​​​​​Bi boneya Newrozê...Rêveberiya Xweser efûyek giştî derxist
​​​​​​​Bi boneya Newrozê...Rêveberiya Xweser efûyek giştî derxist
​​​​​​​Bi boneya Newrozê...Rêveberiya Xweser efûyek giştî derxist
16 adar, 2022   18:21
NAVENDA NÛÇEYABN

Bi boneya nêzbûna cejna Newrozê îro Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna bi jimareya /5/ ku qanûna efûya giştî ye, da.

Li gorî qanûnê efûya giştî têkildarî hemû sûcên beriya 16. 03.2022’yan pêk hatine û wiha ne:

Madeya (1) di binpêkirin û tawanan de: Ji bo henû cezayên sînordarkirina azadiya di binpêkirin û tawanan de.

Madeya (2) di sûcan de:

A- Cezayê muebed bi ragirtina demkî ya 15 salan tê guhertin.

b- Ji çaryeka cezayê ragirtina demkî.

C- Ji bo girtiyê ku bi nexweşiya bêderman ketiye, heta hetayê yan jî cezaya demkî.

D- Ji bo cezakirina temam a demkî ya girtiyê ku di roja derxistina efûkirinê de 75 saliya xwe temam kiriye.

h-Ders ji sûcê were girtin ne ji cezayê li ser girtî.

Madeya (3)

Ev qanûna li ser van cezayan ne derbasdar e:

a-Sûcên teror, îxanet û sîxurtiyê.

b-Sûcên girêdayî pereyên giştî.

c-Sûcên tecawîzkirin, kiryarên dermirovî û destdirêjiya cinsî li dijî temenbiçûkan.

d-Sûcên bazirganiya hişbir û propagandaya wan.

e-Kesên edalet li wan digere, heke di navbera 60 rojî de ji derxistina vê qanûnê xwe radest kirin heke li herêmên Rêveberiya Xweser bin, û 90 roj heke li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser bin.

f-Bac bi hemû cûreyên xwe.

Madeya (4)

Di çarçoveya madeyên (1) û (2) de, ji bo ku ji madeyên vê qanûnê sûd werbigirin:

A-Heke mehkûm pere weke tawîz dan aliyê lê gilî kirî yan jî rakirina mafên kesane yên kuştinê.

b- Rakirina mafên kesane yên kuştinê.

ANHA