Balafirên şer ên dewleta Tirk gundekî başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundê Hirûrê bombebaran kir. Malên xelkê gund zirar dîtin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk gundekî başûrê Kurdistanê bombebaran kirin
13 adar, 2022   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker vê sibê bi dijwarî gundê Hirûrê yê Kanîmasî ya Dihokê, bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, di encama êrişa balafiran de ziyaneke mezin gihaştiyeke malên welatiyan.

Gundê Hirûrê li Herêma Berwarî ya Bala ye, di gund de 22 mal hene û demek dirêj e dibe hedefa êrişên balafirên dewleta Tirk a dagirker.