Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ku di 27'ê Tîrmeha 2021'an de hate lidarxistin weşand, di encama çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin û 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
13 adar, 2022   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

27`ê Tîrmehê saet di 11:30'î de li Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ku ji navçeya Geverê diçû Qereqola Wargenima, hêzên me yên YJA Starê li qada navbera gundên Banê û Yekmal Jêr kontrol kir û bi rêbaza sabotajê çalakî lê dan. Di vê çalakiya serketî de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin, herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin û 10 dagirker jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê, artêşa Tirk a dagirker rêya navbera Gever, Şemzînan û Yekmala Jêr demeke dirêj li trafîkê girt, windahiyên xwe û enqazê wesayitê ji qadê bir."