​​​​​​​'Berxwedana Qamişlo wê bibe bingehê azadiya gelê her çar parçeyên Kurdistanê'

Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 18. salvegera komkujiya Qamişloyê daxuyaniyek nivîskî da û berxwedana Qamişlo wê bibe bingehê azadiya gelê her çar parçeyên Kurdistanê.

​​​​​​​'Berxwedana Qamişlo wê bibe bingehê azadiya gelê her çar parçeyên Kurdistanê'
12 adar, 2022   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 18. salvegera komkujiya Qamişloyê Komîteya Qada Perwedê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em bangî tevahî gelê Kurd dikin ji bo komkujiyên weke vê pêkneyên divê em bibin yek û dev ji heskirina dijminê xwe."

Daxuyanî wiha ye:

“Bi bahaneya lîstoka futbolê nîjadperestên Ereb li bajarê evînê kombûbûn. Kurdên dilpak di nava xuruşa amadekariyên Newrozê de mest bibûn. Roja 12’ê Meha Adarê hatibû, planên dagirkeran amadebûn. Gelê Qamişloka dil bi êş berbi hola futbolê ve diherikîn. Şadbûna wan bala mirovan dikêşiya. Erebên ji aliyê rêveberiya Şamê ve hatîn amadekirin ketibûn nava tevgerê. Dixwestin Kurdan bînin leyîstokê ji bo pêkanîna vê armanca xwe wêneyên Saddam Huseyîn bilind dikirin û druşmeyên netewperestî bilind dikirin. Li milê Kurdan jî bersivek wek vê belav dibû. Ciwanên Kurd bi xwîngermiya xwe ketin vê xefkê û dagirker gihan armanca xwe.

Lê ya bi êş ew e ku plana dagirkeran pêkhatibû. Erebên ji herêmên cuda hatibûn anîn, ketibûn nava êrişan, leşkerên dewletê jî bi awayek yekser piştgiriya wan dikirin. Vê dewleta dagirker bi dojehkirina Newroza 2004’an di xwestin hêviyên gelê me yên azadîxwaz bişkînin. Her çiqasî Newroza me têkbirin û kolanên bajarê me bi xwînê sor kiribin jî, lê nekarîn hêviya Kurdan a bi rûmet têkbibin. Gelê me li şûna stûxwarkirinê rêya berxwedanê hilbijart. Em weke Qada Perwerdê ya Mexmûrê mîmarên vê tevkujiyê bi tundî şermezardikin û em bangî tevahî gelê Kurd dikin ji bo komkujiyên weke vê pêkneyên divê em bibin yek û dev ji heskirina dijminê xwe berdin. Em bi bawerîne ku wê berxwedana gelê me yê Qamişlo bibe bingehê azadiya gelê her çar parçeyên Kurdistanê. Bila tevahî dagirkerên Kurdistanê bizanin heya birdoziya Rêber Apo hebe wê ti planên dagirkeran sernekevin. Wê şopdarên birdoziya Rêber Apo gelê Kurd bigihînin azadiyê.”