Şehîd Hemîd Hesê têkoşîna xwe ji malbata xwe re hişt

Hêviya şehîd Hemîd Hesê di oxira parastina welat û destkeftiyên şoreşa Rojava de bigihêje asta şehadetê û hêza parastina cewherî li herêmê were avakirin. Bi serkeftina QSD'ê ya li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Xiwêran, hêviya wî bi cih hat.

Şehîd Hemîd Hesê têkoşîna xwe ji malbata xwe re hişt
11 adar, 2022   02:41
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Şervanê QSD'ê Hemîd Hesê (Hemîd), sala 1980'î de li gundê Talikê yê 18 km dikeve rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji dayik bûye. Hemîd kurê duyemîn ê malbatê ye ku ji 9 kur û 4 keçan pêk tê. Têkoşer Hemîd Hesê heta asta seretayî dixwîne, piştre bi çandiniyê mijûl dibe.

Hemîd Hesê, 22'yê Çileya îsal, di berxwedana Pêngava Gurzê Gelan a li hemberî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de şehîd bû.

Hemîd Hesê Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe ku di sala 1984'an de anku bi pêngava 15'ê Tebaxê re nas dike û pê re hêviyên wî yên rizgarkirinê ji mêtîngerên Kurdistanê re zindî dibin. Mabatê di têkoşîna rizgarkirina Kurdistanê de gelek şehîd dane. Celîla Hesê (Rojîn) di sala 2008'an  de di nava refên gerîla de li çiyayên Kurdistanê şehîd bû. Eyûb Sadûn Şêxê di sala 2018'an û Elî Xelo di sala 2019'an de di Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûn.

Dayika şehîd Hemîd Hesê, Emîne Xelo diyar kir ku Hemîd jî da ser şopa zarokên malbatê û tev li tevgerê bû.

Hemîd Hesê fermî di sala 2020'î de tev li refên QSD'ê dibe û di dema êrişa şaneyên DAIŞ’ê li ser girtgeha Sînaa ya li Hesekê de beşdarî Pêngava Gurzê Gelan dibe ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hemberî êrişên şaneyên DAIŞ'ê dabûn destpêkirin.

Dayika şehîd Hemîd, dibêje ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e ku di oxira parastina gelê xwe û paqijkirina herêmê ji xeteriya DAIŞ'ê de şehîd bû û wiha tîne ziman: "Serê me bi şehadeta Hemîd bilind e, ku tev li karwanê hevalên xwe yên şehîd bû."

Emîne Xelo bang li rêxistinên navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê ava bikin û wan li welatên wan vegerîne.

Hevjîna şehîd Hemîd Hesê, Necah Sîno behsa taybetmendiyên şehîd Hemîd kir û anî ziman ku rûliken bû, bi tevgera rizgariyê û şoreşa Rojava re wefedar bû.

Necah Sîno, bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî dosyaya DAIŞ'iyên girtî şermezar kir û banga hesabxwestinê ji çeteyên DAIŞ'ê kir.

Bav û kur beşdarî şoreşê bûn û hêviyên wan ên avakirina hêzeke parastinê bi cih hatin.

Malbata Hemîd ji 3 ferdan (keçek û du kur) pêk tê. Her du kurên wî di nava QSD'ê de ne.

Kurê şehîd Hemîd, Salim Hemîd Hisê got, "Hêviya bavê min ew bû ku bêyî tu hêzên ji derve, hêzeke leşkerî ji bo parastina welat û gel were avakirin ku karibe destkeftiyên şoreşa Rojava biparêze. Bavê min ji bo xaka welat û parastina wê ji xeteriya çeteyên DAIŞ'ê şehîd bû. Em gelekî pê serbilind in. Ez û birayên xwe dê rêya wî temam bikin û armancên wî pêk bînin."

ANHA