​​​​​​​Partiya Nûjen û Demokratîk: Civakên ku nîvê xwe diçewisînin, civakên mirî ne

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi boneya 8`ê Adarê peyamek da û got “Civakên ku nîvê xwe dikujin, diçewisînin, hêza wê ya afirandinê têk dibin; civakên mirî ne û ne diyar e kengî biteqin.”  

​​​​​​​Partiya Nûjen û Demokratîk: Civakên ku nîvê xwe diçewisînin, civakên mirî ne
8 adar, 2022   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand û ev roj li jinên Sûriyê û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Partiyê di peyama xwe de wiha diyar kir: “Cîhana ku maf û erkên mêr û jinan tê de ne wekhev bin, dawiya wê talûke ye. Civakên ku nîvê xwe dikujin, diçewisînin, hêza wê ya afirandinê têk dibin, civakên mirî ne û ne diyar e kengî biteqin.”

(şx)

ANHA