Platforma Çalakiyên Hevpar: Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû jinên cîhanê ye

Platfoma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan 8`ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û destnîşan kir ku têkoşîna jinan a ji bo pêkanîna azadiyê, rêgezeke bingehîn a têkoşînên gelên cîhanê yên ji bo azadî, wekhevî û edaletê ye.

Platforma Çalakiyên Hevpar: Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû jinên cîhanê ye
8 adar, 2022   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama rêveber a Kongra Star a Kantona Qamişloyê Îbtîsam El-Hisên daxuyaniya paltformê li Qamişloyê xwend.

Tê payîn ku ev daxuyanî li hemû şahiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” pêk tên, were xwendin.

Di daxuyaniyê de platformê 8`ê Adarê li jinên cîhanê, Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Her wiha platformê ev roj li rêber Abdullah Ocalan, dayikên şehîdan, girtiyên jin, têkoşeran û şervanên li eniyên şer pîroz kir.

Platformê di daxuyaniya xwe de şehîdên berxwedan û têkoşîna jinan bi bîr anîn û got: “Em bejna xwe li hember fedakariyên wan ditewînin. Ew bûne sembola hevjiyana azad. Ji bo ku berxwedan û têkoşîn bibe hêza sereke ya hemû tevgerên jinan di warên siyasî, civakî û rêxistinî de û ji bo jin û civak azad bibin, canê xwe feda kir.

‘MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ DÊ JIYANEKE AZAD Û BIRÛMET JI CIVAKÊ RE PÊK BÎNE’

Her wiha Platforma Çalakiyên Hevpar di daxuyaniya xwe de daxuyand ku hevgirtina jinan û mezinkirina têkoşînê dibe ku jiyaneke azad û birûmet ji hemû beşên civakê re pêk bîne.

Platformê diyar kir ku ev têkoşîna jinan li cîhanê ji bo pêkanîna azadiyê, rêgezeke bingehîn a têkoşîna gelên cîhanê ji bo azadî, edaletê û wekheviyê ye.

‘LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ŞOREŞEKE CIVAKÎ YA BI PÊŞENGIYA JINAN LI DAR E’

Platforma Çalakiyên Hevpar pêwîstiya berdewamkirina têkoşînê ji bo guhertina zîhniyeta desthildar destnîşan kir û diyar kir ku ji bo pêkanîna vê yekê divê jin bi zanabûn û fikrekî demokratîk, hevjiyana azad bidin rûniştandin, edalet û wekheviyê pêk bînin. Her wiha xwedî zanabûneke ekolojîk, tendurist û exlaqî bin da ku mirov û xwezayê biparêzin.

Platfromê bal kişand ser têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Li herêmê, şoreşeke civakî ya bi pêşengiya jinan li dar e. Pergaleke demokratîk bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava bû ku jin tê de bi rêya pergala hevserokatiyê roleke pêşeng dilîze. Ev tecrube ji bo hemû jinan bûye model. Ev yek bi saya berxwedana jinan di Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de ji bo tunekirina DAIŞ`ê û berxwedêrên li eniyên şer bi dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê re pêk hat. Em dikarin vê şoreşê bi şoreşa jinan bi nav bikin.”

`AVAKIRINA CIVAKEKE DEMOKRATÎK A XWEDÎ NIRXÊN EDALET Û WEKHEVIYÊ`

Platformê diyar kir ku şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa hemû jinan e, lewra bang li hemû rêxistin û tevgerên jinan kir ku ji bo pêkanîna armancên jinan ên rewa, avakirina civakeke demokratîk a xwedî nirêxn edalet, wekhevî û azadiyê hevgirtî bin.

Platformê di dawiyê de berxwedana destanî ya jinan a li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û ya di kampan de û berxwedana jinên Efgan li hember fikrên tarî ya tundraw silav kir.

(şx)

ANHA