5 rêxistinên jinan şahiyek li dar xist

bi hatina Roja Jinan a Cîhanê 5 rêxistin û tevgerên jinan  ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyek li bajarê Qamişlo li dar xist.

5 rêxistinên jinan şahiyek li dar xist
5 rêxistinên jinan şahiyek li dar xist
5 rêxistinên jinan şahiyek li dar xist
5 rêxistinên jinan şahiyek li dar xist
5 rêxistinên jinan şahiyek li dar xist
5 rêxistinên jinan şahiyek li dar xist
5 adar, 2022   15:49
QAMIŞLO

Komeleya Şawişka, Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, Toreya Serkirdeyên Aştiyê, Navenda Aştî û Rêxistina Roz bi boneya hatina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi amadebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û rêxistinên jinan şahiyek hunerî li bexçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Şahî bi axaftina endama Toreya Serkirdeyên Aştiyê Sacida Simo dest pê kir, Sacida Simo got: "Ev 10 salin jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke berbiçav dileyzin û di aloziya Sûriyê de jin berdêkên herî giran da. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin cihê xwe di warê rêveberî, aborî, dîplomasî, leşkerî û siyasî de digire ku bi saya rola wê û sîstema Rêveberiya Xweser rewşa ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûiryê tê jiyîn."

Piştî axaftinê helbestvan Meryem Temir, Narîn Metînî û Lorîn Sebrî çend helbest xwendin. Paşê filmek bi sernavê 8`ê Adarê hat pêşandan.

Şahî bi stranên koma Şehîd Sakîne û hunermend Beha Şêxo bi dawî bû.

(sb)

ANHA