Pîrozbahiya li Reqayê bi dawî bû

Di axaftinên ku di pîrozbahiya li Reqayê de hatine kirin hate gotin, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan dest bi şoreşekê mîna şoreşa çandinî û nan kirin û pêş xistin û diyarî mirovahiyê kirin."

Pîrozbahiya li Reqayê bi dawî bû
Pîrozbahiya li Reqayê bi dawî bû
Pîrozbahiya li Reqayê bi dawî bû
Pîrozbahiya li Reqayê bi dawî bû
5 adar, 2022   16:27
REQA

Li Reqayê bi beşdarbûna bi hezaran jinan pîrozbahiya 8'ê Adarê ku ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbyayê ve hatibû organîzekirin, vê sibehê dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqa Îtîmad El-Ehmed 8'ê Adarê li dayik û hevjînên şehîdan û tevahî jinên di girtîgehên faşîzma dewleta Tirk de pîroz kir, her wiha berxwedana rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Îtîmad El-Ehmed anî ziman ku jin, dayik, xwişk, heval, dîl û şehîd e ku tayên wefedariyê rêsandiye.

Endama  Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif jî 8'ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Em neviyên Zenûbya û Îştar in. Li ser vê axa bi bereket em şoreşeke nû dest pê dikin, çawa ku dapîrên me şoreşa yekemîn, şoreşa çandî û şoreşa nan pêşxistin, em îro civakeke nû û şoreşeke nû ava dikin û diyarî mirovahiyê dikin."

Foza Yûsif wiha axaftina xwe dewam kir: "Em cîhanê ji xetertirîn terora li ser rûyê erdê diparêzin, nemaze li Reqayê ku bibû cihê firotina jinan. Em şoreşeke civakî li dar dixin,  Reqa ya ku bibû paytexta xîlafetê ya çeteyan niha bûye paytexta jinan."

Endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya Reqayê Îman Mihemed anî ziman ku dewletên ku hewl didin ji bo wêrankirina binsaziyê şeran derxînin dixwazin berjewendiyên xwe yên şexsî pêk bînin û wiha domand: "Em hewl didin fikirekî azad demokratîk ava bikin û mafên jinan misoger dike ."

Piştî axaftinan komên stranan daketin ser dikê û stranên erebî, kurdî û çerkesî gotin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên hunermend Rûken Tebqa bi dawî bû.

ANHA