​​​​​​​Yekitiya Êzidiyên Efrînê êrişa li ser Xanesorê şermezar kir

Yekitiya Êzidiyên Efrînê êrişa li ser Xanesorê şeremzar kir û got: " Ev  êriş xelekek ji xelekê komployên li dijî êzidiyan e."

​​​​​​​Yekitiya Êzidiyên Efrînê êrişa li ser Xanesorê şermezar kir
4 adar, 2022   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya salvegera êrişên çekdarên PDK'ê yên li ser navçeya Xanesorê ya Şengalê, Yekitiya Êzidiyên Efrînê daxuyaniyek dan.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi fermanên li dijî civaka êzidî hatine kirin, di nav de êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka dewleta Tirk li ser Şengalê û hate gotin: "Careke din bi destê dewleta Tirk û dewletên dagirkerên Kurdistanê, hin dewletên herêmî û yên hegemonîk plan li ser Şengalê hatin kirin. Çeteyên DAIŞ'ê yên terorîst hemû cure êriş birin ser Şengalê, di encamê de bi hezaran kes şehîd bûn û bi hezaran hatin revandin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi van êrişên hovane yên dûrî pîvanên mirovî û qanûnî xwestin êzidiyan ji kokê tune bikin û yên mayî ji koçber bikin û wiha hate domandin: "Tunekirina her civakekê bi rêya hedefkirina dîrok û çanda wan dest pê kir. Ji ber vê yekê Şengalê kirin hedef, ji ber ku Şengal ji bo êzidiyan çavkaniya şaristanî û çanda êzidyan e. Bi lihevkirinekê di navbera hikumeta Iraq û hikumeta herêmê de û li pêş çav û guhên dewetên cîhanî û herêmî yên ku xwe bêdeng kiribûn, hêzên PDK'ê êrişî Xanesorê kirin. Ev  êriş xelekek ji xelekê komployên li dijî êzidiyan e."

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê şehîdên êrişê bi bîr anîn û her êrişek li ser Şengalê şermezar kir. Her wiha li hemberî êrişan banga yekitiyê li aliyên kurdan kir.

Di dawiyê de got: "Bi vê wesîleyê em gerîla, Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê silav dikin ku ji bo parastina Şengalê mertal in."

ANHA