​​​​​​​Di 8'ê Adarê de xemla jinan bi cil û bergên gelêrî temam dibe

Li tevahiya Kurdistanê jin di 8‘ê Adarê de cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe dikin ku çanda wan a resen nîşan didin.

​​​​​​​Di 8'ê Adarê de xemla jinan bi cil û bergên gelêrî temam dibe
​​​​​​​Di 8'ê Adarê de xemla jinan bi cil û bergên gelêrî temam dibe
​​​​​​​Di 8'ê Adarê de xemla jinan bi cil û bergên gelêrî temam dibe
​​​​​​​Di 8'ê Adarê de xemla jinan bi cil û bergên gelêrî temam dibe
​​​​​​​Di 8'ê Adarê de xemla jinan bi cil û bergên gelêrî temam dibe
3 adar, 2022   00:46
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Li her çar parçeyên Kurdistanê jin her sal 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Di vê rojê de jin cil û bergên gelêrî li xwe dikin ku sembola çanda Kurdan a kevnar in.

Cil û bergên kurdî bi rengên xwe yên bedew tên naskirin. Tevî guhertinên ku di cilan de çêbûne jî heta niha jinên Kurd li xwe dikin.

Cil û bergên herêmekê ji yên din cuda ne. Cil û bergên ku li Rojava tên bikaranîn ji yên li Rojhilatê Kurdistanê, Bakur û Başûrê Kurdistanê cudatir in. Her wiha model û rengên wan li gorî temenan cuda ne. Jinên bitemen cilên rengê wan tarî li xwe dikin û jinên ciwan cilên rengîn û neqişandî li xwe dikin.

Edhem Mihemed (46) dîzaynkerekî cilên kurdî ye û werşeyeke wî ya biçûk a dirûtina cilên jinan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê heye.

Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re Edhem Mihemed dest bi dirûtina cilên geêrî kir ku daxwaz li ser zêde bûye.

Edhem Mihemed diyar kir ku ew karê dirûtina cilên gelêrî dike da ku mîrata kevnar ji windabûnê biparêze û wiha tîne ziman: "Armanca min ne dirûtin e, lê parastina wan cilan e, ji ber ku cilên kurdî nasnameya dîrokî ya Kurdan in."

Têkildarî astengiyên ku di kar de derdikevin, Mihemed got: "Ji ber encamên aloziya Sûriyê û bandorên wê li qada pîşesazî û aborî hin cure caw tune ne. Em dixwazin cawên baş bînin, lê rewşa heyî û ambargo bandorê li karê min dikin."

Edhem Mihemed diyar kir ku heqê kirîn û dirûtina cilan ji hev cuda ye û buhayê caw ê ji Başûrê Kurdistanê tê, derdora 100 dolar amerîkî ye anku 358 hezar lîreyên Sûriyê.

Jina bi navê Axîna Dil ku dixwaze cilên gelêrî bide dirûtin ku pê pîrozbahiya 8'ê Adarê bike, dibêje: "Bi lixwekirina cilên gelêrî yên Efrînê em ê Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin da ku çanda xwe ji helandinê biparêzin. Ji ber ku ev roja dîroka me ya kevnar û urf û adetên herêma Efrînê nîşan didin."

ANHA