Hebûna Şengalê bi hêz, israr û birêxistinbûna civaka êzidî ve girêdayî ye

Komployên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li dijî civaka êzidî ya Şengalê berdewam in. Civaka êzidî asta van komployan dizane û hebûna wê li ser lingan, nîşana israr û îradeya wê ye. Ya herî girîng jî her çi qasî şêniyên Şengalê li ber xwe bidin, wê demê dikarin bi serbestî û aştî bijîn.

Hebûna Şengalê bi hêz, israr û birêxistinbûna civaka êzidî ve girêdayî ye
3 adar, 2022   04:24
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Bi desteka dewleta Tirk a dagirker, hevkariya PDK'ê û bêdengiya hikumeta Iraqê çeteyên DAIŞ'ê 3'yê Tebaxa 2014'an êrişên qirkirinê birin ser civaka êzidî ya Şengalê ku ji gelên herî kevnar ên cîhanê ye.

Êrişa li ser Şengalê plankirî bû ku gelek hêz tê de beşar bûn, di serî de dewleta Tirk ku desteka madî, lojîstîk û îstîxbaratî da DAIŞ'ê. Her wiha PDK û artêşa Iraqê beriya êrişê reviyan û xelkê Şengalê bi fermaneke nû rû bi rû hişt.

Dema ku êriş dest pê kir, YPG û YPJ'ê, HPG û YJA-Starê banga xelkê Şengalê bersivand û ji bo derxistina wan korîdoreke ewle di navbera Şengal û Rojava de vekir.

Piştî êrişê xelkê Şengalê asta komploya li dijî wê hatiye plankirin fêm kir ku armanca wê qirkirina êzidiyan e. Ji ber vê yekê dest bi rêxistinbûyîna xwe kir, hêzên parastinê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û hêzên Êzîdxanê ava kirin, piştre Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand, xwe di nava saziyên sivîl û meclisan de birêxistin kirin. Di aliyê siyasî de jî Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidî (PADÊ) ava kir. Bi vî awayî civaka êzidî bû xwedî îrade ku xwe bi rê ve dibe.

RIZGARKIRINA ŞENGALÊ

Piştî êrişên çeteyên DAIŞ'ê, civaka êzidî di hemû qadan de têkoşîneke bi lez raber kirin. Şervanên YBŞ û YJŞ, HPG û YJA STAR 13'ê Mijdara 2015'an de Şengal rizgar kirin.

Piştî rizgarkirinê, PDK'ê hewl da vegere Şengalê, ne ji bo parastina êzidiyan, lê ji bo temamkirina planên qirkirinê yên bi fermanên dewleta Tirk a dagirker. Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Murad Karayilan di hevpeyvînekê li gel rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de ev yek piştrast kir û got:" Piştî ku hêzên me Şengal rizgar kir û gel şand Rojava, birêz Mesûd Barzanî û birêz Mesrûr Barzanî bi rêya nûnerekî ji me pirsî: Gelo bi rastî hêzên we li Şengalê ne..? me got: belê hêzên me li Şengalê hene, niha em xelkê herêmê dişînin Rojava. Paşê dîsa nûnerê xwe şandin û alîkarî ji me xwestin ku hêzên xwe tev li hêzên me bikin û vegerin Şengalê. Me got: dibe, helbet armanca me ne ku bi tenê biçin Şengalê û şerê DAIŞ'ê bikin, bi rastî dema me biryara mudaxleya Şengalê da me xwest têkiliyên rasterast bi PDK'ê re deynin, xeleke me ya têkiliyan hebûn, lê wê demê gotin, ew mîsyoneke din pêk tînin, heger vê mîsyonê terk bikin, wê ev yek bi awayekî şaş were famkirin."

BI RÊBAZÊN QIRÊJÎ HEWL DIDIN PLANÊN DAIŞ’Ê TEMAM BIKIN

Piştî binkeftinên armancên êrişa DAIŞ’ê li ser Şengalê û xwerêxistinkirina civaka êzidî komplogeran li ser civaka êzidî lîstokên xwe berdewam kir û hewl didin tişta DAIŞ’ê nikarî bikira temam bikom. Piştî serdana serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ji Tirkiyê re, hêzên PDK'ê di 3’yê Adara 2017’an de êrişî navçeya Xanesorê ya di navbera Rojava û Şengalê de kir. Têkildarî hevdîtinê berpirsên dewleta Tirk a dagirker got, mijarên bi Barzanî re hatine nîqaşkirin rewşên Mûsil û Şengalê bûn.

Di êrişa li ser Xanesorê de çeteyên Roj hatin bikaranîn, lê ew nixumandinek bû. Armanca sereke derxistina fitneyê di navbera welatiyên Rojava de bû. Lê di rastiyê de yên êrişî Xanesorê kir, li gorî agahiyên ji Şengalê de hatine û belgeyên YBŞ û YJŞ'ê bi dest xistine; rêxistina Gurên Boz, Hêzên Zêrevanî, çekdarên PDK’ê û Serbest, Heşida Neteweyî ya Sunnî, MÎT’a Tirk û pêşmergeyên Roj bûn. Lê ev kî ne;

Gurên Boz: Rêxistineke tirkî ye ku ji rastgirên tundraw in. Baskê çekdar ên nefermî yên MHP’ê ye. Li dijî çi çaresrkirina siyasî bi gelê Kurd re ye. Beşek ji wan komê li baregeha Başîqa hene û bi cilên taybet ên çekdarên PDK’ê berê xwe da Şengalê.

Hêzên Zêrevanî: Girêdayî PDK’ê ne û bi serkêşiya Ezîz Weysî ne.

Çekdarên PDK’ê û Serbest: Hejmara endamên wan derdora 10 hezar e û beriya êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê ya Tebaxa 2014’an li Şengalê bi cih bûbûn.

Heşida Neteweyî ya Sunnî: Ev kom ji eşîrên sunnî yên erebî yên li Mûsil û derdorên wê ne. Ji hêla hêzên dewleta Tirk ve li baregeha Başîqe bi navê Heşid Neteweyî ya Sunnî tên birêxistinkirin, leşkerkirin û perwerdekirin.

Komên Tirkmenî: Ev kom ji tirkmenên Til Efer ê nêzî Şengalê hatin avakirin û ji hêla MÎT’a Tirk bi pereyan hatin biçekkirin.

Pêşmergeyên Roj: Ji welatliyên Rojava ne yên ku bi destpêka aloziya Sûriyê re berî dane Başûrê Kurdistanê. Çeteyên Roj di 2012’yan de bi desteka PDK’ê hat avakirin û di baregehên Başûrê Kurdistanê de ji hêla MÎT’a Tirk perwerdeyên leşkerî dîtin. Navê wê Pêşmergeyên Rojava yan jî Leşkerên Roj e. ENKS’ê xwedî lê derdikeve, lê Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê piştrast dike ku ev komên çekdar girêdayî wê ne.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BAREGEHÊN MÎT'Ê

Yek ji armancên êrişa li ser navçeya Xanesorê ew e ku şerê YBŞ`ê û YJŞ`ê her wiha HPG`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê asteng bike ku di wê demê de rûbereke berfireh ji erdnîgariya Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, her wiha ji zêdetirî 200 hezar koçberên ji Şengalê re  cihê ewle peyda kir.

Di encama êrişa li ser navçeya Xanesorê ya girêdayî qezaya Şengalê di 3`ê Adara 2017`an de 8 şervan şehîd bûn her wiha bi dehan birîndar bûn. Rojnamevan Nûjiyan Erhan jî ku bûyer dişopand, şehîd bû.

Vîdyoyek hat belavkirin ku tê de diyar dibe ku gerîlayê bi navê Çekdar û Orhan ji bo rêgirtina li pêşdeçûna panzereke leşkerî ya girêayî çekdarên êrişkar û derfetê nadin ku pêşde biçe. Di wê demê de hêza êrişkar bêyî teredud her du gerîla şehîd xist.

Di 1`ê Nîsana 2018`an de PKK`ê ragihand ku erka xwe pêk anî û li gorî wê ji Şengalê vekişiya. Lê dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê lîstokên xwe nerawestand. Dest bi rêzêrişan bi rêya balafirên şer û bêmirov kir. Ew jî li gorî agahiyên ku PDK`ê dida îstixbaratên dewleta Tirk û du fermandarên YBŞ`ê hatin hedefgirtin.

KOMPLO BI RÊBAZIN DIN BERDEWAM E

Bi hêzbûna civaka êzidî, sîstema rêxistinkirina wê, leşkerî û rêveberî ne li gorî dilê hêzên komploger bû (Dewleta Tirk û PDK`ê) ku hewl didin civaka êzidî tune bikin. Çûna PDK`ê ber bi Şengalê ve ji bo vê yekê bû. PDK`ê bi însiyatîfa ji îstixbaratên dewleta Tirk toreya îstixbaratên xwe berfireh kir û dest bi hedefgirtina fermandar û rêveberên civaka êzidî bi rêya agahiyên ku PDK`ê dide wan, kir. Di 15`ê Tebaxa 2018`an de balafirên dewleta Tirk erebeya Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Desteya Rêveber a KCK`ê Mam Zekî Şengalî dema ku ji merasîma bîranîna şehîdên komkujiya gundê Koço yê Şengalê vedigeriya, bombebaran kir. Di encama wê de Mam Zekî şehîd bû.

QIRKIRINA BI PERDEYA QANÛNÎ

Piştî ku dewleta Tirk û PDK`ê nikaribûn fermanên xwe li ser civaka êzidî ferz bikin, hikumeta Iraqê bi serokatiya El-Kazemî û PDK`ê re di 9`ê Cotmeha 2020`an de derbarên Şengalê de û bi piştgiriya rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve peymanek derxistin.  Armanca wê ya sereke ku civak êzidî bêyî parastin, rêveberî û îrade bihêle. Ji ber vê yekê jî gelê êzidî rabûn ser piyan û gotin peyman rengekî din ji qirkirina bi perdeya qanûnî ye. Her wiha teqez kir ku ew derfetê nadin kesên ku Şengal di nava pencên çeteyên DAIŞ`ê de hişt û komkujî li dijî gelê êzidî pêk anî ku vegerin Şengalê.

Piştî peymana 9`ê Cotmehê, artêşa Iraqê destwerdan kir. Di 20`ê Nîsana 2021`an de, girûpên artêşa Iraqê hewl dan derbasî gundê Til Zerkê yê rojavayê Şingalê bibin. Şêniyên herêmê di rêya artêşa Iraqê de sekinîn û derfet nedan wan ku derbasî herêma wan bibin. Hewldanên artêşa Iraqê dubare bûn. Civaka êzidî jî bê deng nema û her carê serî hildan, tevgerên artêşa Iraqê rawestand û hê jî têkoşîna xwe didomîne.

HEDEFGIRTINA RÊVEBERÊN CIVAKA ÊZIDÎ

Plana dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê bi awayekî din û qirêj dewam kir. Ew jî hedefgirtina rêveberên civaka êzidî ye. Di 16`ê Tebaxa 2021`an de, serkirdeyê YBŞ`ê Seîd Hisên di encama bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk ji erebeya wî re, şehîd bû. Seîd di nava civaka êzidî de têkoşerekî payebilind bû û ji beriya çend salan ve jiyana xwe feda kiribû da ku gelê êzidî azadiya xwe bidest bixe, xwe bi rêxistin bike û xwe biprêze û ji bo vê yekê jî erka rêveberiyê girtibû ser milê xwe.

Di 7`ê Kanûna 2021`an de Hevserokê Rêveberiya Xweser a qezaya Xanesorê Merwan Bedel Xuedêda di encama bombebarana balafireke dewleta Tirk ji erebeya wî re, şehîd bû. Di 11`ê Kanûna 2021`an de balafirên dewleta Tirk êrişî meclisa gel a Xanesorê kir û ziyanên mezin gihaşt avahiyê. Çapemeniya PDK`ê yekser îdiya kir ku topbaran li dijî baregeheke PKK`ê hate kirin.

ENCAM

Komploya li dijî civaka êzidî hê jî ji aliyê dewleta Tirk û PDK`ê ve didome. Lê li gorî guhertinên demkî diguhere. Gelê Şengalê miqdarê komploya ku li dijî wê tê kirin, baş zane. Ji ber vê yekê jî di her carê de helwesteke xurt ku ji hêza rêxistina wê ya rêveberî, civakî û leşkerî ye, nîşan dide. Tişta ku guman têde tune ye hebûna civaka êzidî li ser lingan heta niha, nîşaneya îrade û îsrara gelê Şengalê ye û ya girîng ku her çiqas Şengal li ber xwe bide ewqasî dê bi azadî û aştî bijî.

(fr-bx)

ANHA