Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dawî

Duh çalakiyên Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dewreya xwe ya 7’emîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dest pê kir û îro bi belavkirina mertalên teqdîrnameyan li jinên serkeftî û xelatkirina hemû beşdaran mîhrîcan bi dawî bû.

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dawî
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dawî
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dawî
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dawî
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dawî
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dawî
2 adar, 2022   15:43
QAMIŞLO

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dewreya xwe ya 7’emîn bi diruşma "Jin kulîlka bihara çandê ye" duh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dest pê kir. Tê de gelek jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Armanc ji vê mîhrîcanê pirrengiya çandê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin pêş, rola jinan di parastina mîrasa çanda her pêkhateyekê ji helandinê eşkere bikin û jinê li ser geşkirina berheyên wan teşwîq bikin.

Di mîhrîcanê de gelek tabloyên hunerî yên îşaretê bi girêdana jinan bi çand û civaka xwezayî dikin hatin pêşandan, her wiha gelek tabloyên îşaretê bi rola jinan di parastina hevgirtina pêkhate û belavkirina aştiyê de dikin hatin pêşkêşkirin. Ji wê zêdetir jî gelek xebatên şêwekarî yên folklorî û çandî yên jinên ji hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşkêşkirin.

Çalakiyên roja duyemîn û yên dawî vê sibehê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, dûvre çîrokeke li ser girêdana jinê bi berxwedana dîrokî ya parastina civakê ji hêla koma Hîlala Zêrîn ve hate pêşandan.

Piştre du helbest bi zimanê erebî ji hêla helbestvan Fatme Hemîd û Ebîr Dirêî ve, bi zimanê kurdî ji hêla helbestvan Roken Elî Şêr ve hatin xwendin. Dûvre dîlanên folklorîk ên pêkhateya ereb ji hêla koma Şehîd Lorîn Ereb û dîlana folklora kurdî ji hêla koma Ronahî Bawer û şanoyek ji hêla koma Darsî ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de hemû beşdar hatin xelatkirin û nirxeke pere li 15 beşdarên di beşên wêje û hunerê de bi ser ketine hatin belavkirin.

(fr)

ANHA