Artêşa Tirk a dagirker bê navber Efrîn û Şehba topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Sibatê de bê navber gundên Efrîn û Şehbayê topbaran û bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 4 hemwelatî li li navçeya Til Rifetê birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker bê navber Efrîn û Şehba topbaran kir
2 adar, 2022   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha sibatê de bê navber êrişî gundên Efrîn û Şebayê kir, di encmama êrişan de gelek zirar gihaşt mal û milkên xelkê, her wiha 4 hemwelatî li Til Rifetê birîndar bûn.

Bîlançoya êrişan wiha ye:

"Di 1`ê Sibatê de, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa yên navçeya Şera bi obîs û hawanan hatin topbarankirin.

Di 3`yê Sibatê de, bi şev û roj gundên El-Emed, bendava Şehba, Çiyayê Nayif, Til Medîq, Şêx Îsa, Til Rifet, Minix, Bêlûniyê, Merenaz û tepê Şehîd Xabûr bi bi doçka, 50 topên obîsê û hawanan hatin topbarankirin.

Di 4`ê Sibatê de bi şev gundên Elqamiyê, Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Tat Meraş, Îrşadiyê, Tinib û Kiştearê yên Efrînê bi 30 Obîs û 15 hawanan hatin topbarankirin.

Di 5`ê Sibatê de bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniye, Şêx Îsa, Hurbilê, Til Rifet, Tat Meraş, Merenaz û Îrşadiye yên Efrîn û Şehbayê bi 60 topên obîsê û hewanan hatin topbarankirin.

Di 6`ê Sibatê de bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa, Hurbil, Samuqa, Til Enab, Şealeê, Xerabşeh, Meranaz û Malikiye yên Efrîn û Şehbayê bi 10 topên obîs û hewanan hatin topbarankirin.

Di 7`ê Sibatê de bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiye, Şêx Îsa û Minix ên Efrîn û Şehbayê bi doşka hatin topbarankirin.

8`ê Sibatê bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiye, Şêx Îsa û Minix ên Şehba û Efrînê bi dûçka hatin topbarankirin.

9`ê Sibatê bi şev û roj gundên Minix, Bêlûniye, Şêx Îsa, Hirbil, Um Hoşê, çiyayê Nayef, Til Madîq, Til Ayneb, Şaale, derdora Til Rifetê, Tat Meraş, Malikiye, Elqemiye, Şewarxa û Îrşadiye yên Şehba û Efrînê bi 150 obîsan, 50 hawanan û 20 guleyên tankan hatin topbarankirin.

Di 10`ê Sibatê bi roj Til Rifet, Malikiye, Şewarxa û Meranaz ên Şehba û Efrînê bi balafireke bêmirov û 30 obîsan hat topbarankirin.

Di 11`ê Sibatê de bi şev gundên Şêx Îsa, Hirbil, Eyn Deqnê, Şewarxa, Tinib û Malikiye yên Efrînê bi doşka hatin topbarankirin.

Di 16`ê Sibatê de bi şev û roj gundên Elqemiye, Şewarxa, Îrşadiye, Meranaz, gundê Mezin, Mişêrfe, Til Rifet, Şêx Îsa, Bêluniye, Minix, Eyn Deqnê, Ehdas û Maraatê yên Şehba û Efrînê bo 170 obîsan û 25 hawanan hatin topbarankirin.

Di 17`ê Sibatê de bi şev û roj gundên Şêx Eqîl, Meranaz, Elqemiye, Îrşadiyê, Şewrxa, Tat Meraş, Malikiye, Kefer Antûn û Şêx Îsa yên Efrîn û Şehbayê bi doçka 60 topên obîsê û 13 topên hawanê hatin topbarankirin.

Di 18`ê Sibatê de bi şev û rojn geliyê Bircqasê, Meyase, Malikiye û Soxnakê yên Efrînê bi doşka û hawanan hatin topbarankirin.

Di 19`ê Sibata 2022`yan bi şev gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa, Hurbilê, Tinibê, Şewarxa û Malikiyê yên Şehba û Efrînê bi doçka û 60 topên obîsê hatin topbarankirin.

Di 20`ê Sibatê de, bi şev û roj gundên Şêx Îsa, Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê, Şewarxa û Tinibê bi doçka û 30 topên hawanê hatin topbarankirin.

Di 21`ê Sibatê de, bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Şewarxa û derdora Soxanekê bi doçka 24 topên hawanê û 10 guleyên tankê hatin toparankirin.

Di 22`yê Sibatê de, bi şev û roj gundên Xirab Şemis, Şewarxa, Merenaz, Malikiyê, Şêx Îsa, Um El-Hûş û Til Cîcanê yên Efrîn û Şehbayê bi doçka hatin hedefgirtin.

Di 23`yê Sibatê de, bi şev û roj gundên Merenaz, Şewarxa û Samûqa yên Efrîn û Şehbayê bi doçka hatin hedefgirtin.

Di 24`yê Sibatê de, bi şev gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Bêlûniyê û Eyn Deqnê yên Efrîn û Şehbayê bi doçka hatin hedefgirtin.

Di 25`ê Sibatê de, bi şev û roj gundên Minix, Şêx Îsa, Aqîbê, Meyasê, Şewarxa, Kilûtê, gundê Mezin, Tatmeraş, Merenaz, Îrşadiyê û Başemrê yên Efrîn û Şehbayê bi doçka, 50 topên obîsê û 40 topên hawanê hatin topbarankirin.

Di 26`ê Sibatê de, bi şev gundên Eyn Deqnê, Til Medîq, Til Cîcan, Şêx Îsa, Merenaz û Malkiyê yên Efrîn û Şehbayê bi doçka û 50 topên hawanê hatin topbarankirin.

Di 27`ê Sibatê de, bi roj gundên Bêlûniyê, Minixê, Merenaz û Malikiyê yên Efrîn û Şehbayê bi doçka û 30 topên hawanê hatin topbarankirin.

Di 28`yê Sibatê de, bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa, Minix, Merenaz û Malikiyê yên Efrîn û Şehbayê bi doçka û 40 topên hawanê hatin topbarankirin.

Di meha Sibatê de balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk a dagirker bê navber li asîmanên Efrîn û Şehbayê digeriyan.

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Til Rifetê de ku di 15`ê Sibatê de pêk hat, 4 hemwelatî birîndar bûn.

Her wiha 3 balafirên intîharî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin îmhakirin."

ANHA