MSD'ê komxebatek li Minbicê li dar xist

MSD'ê bi sernavê "Ji bo veguhestina siyasî ber bi nêrîneke hevbeş ve" komxebateke li bajarê Minbicê li dar xist. Armanc ji komxebatê dîtina çareseriyên siyasî ji bo pêşxistina nêrîna siyasî ya MSD'ê û nirxandin û pêşxistina xebatên partiyan e.

MSD'ê komxebatek li Minbicê li dar xist
MSD'ê komxebatek li Minbicê li dar xist
MSD'ê komxebatek li Minbicê li dar xist
MSD'ê komxebatek li Minbicê li dar xist
27 sibat, 2022   16:02
MINBIC

Nûnerên partiyên siyasî yên li Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê beşdarî komxebatê bûn ku li hola civînan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê hate lidarxistin.

Di komxebatê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Kamil Hezber rewşa siyasî nirxand, diyar kir ku dewleta Tirk di îqnakirina Amerîka û Rûsyayê de ku êrişên leşkerî bîne ser herêmê bi ser neket. Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk destek da êrişên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê.

Piştre, benda yekemîn a komxebatê ya bi navê "Gelo MSD'ê karîbû bibe xaleke veguhertinê bo alternatîveke demokratîk ji bo serkêşiya veguhestina siyasî?" hate nîqaşkirin.

Hate gotin ku li gel hebûna desthilatên dîktator li Rojhilata Navîn ku her tim şerê fikirê demokratîk dikin, MSD'ê karîbû dengê fikirê azad ê demokratîk bighîne van herêman.

Paşê benda duyemîn a bi navê "Gelo MSD'ê civata navneteweyî iqna kir ku partiyên siyasî yên rêxistinkirî dikarin Sûriyeke nû bi rêve bibin?" hatin nîqaşkirin.

Di vê beşê de hate gotin, ji bo civaka navneteweyî were îqnakirin divê were nîşandan ku nabe dewletên ku destwerdanê li Sûriyê dikin  berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê li herêmê pêk bînin û divê rêz ji berjewendiyên gelê Sûriyê re were girtin. Her wiha divê bi rêya zemînekê be ku partî û hêzên siyasî yên di nava MSD'ê de tê de be.

Gelo armacnên MSD'ê di warê pratîkê de pêk hatin û gelo dikarî daxwazên gelê Sûriyê bi cih bîne? benda dawî bû ku di komxebatê de hate nîqaşkirin.

Di dawiyê de pêşniyar hatin girtin. Hate destnîşankirin ku hin armancên MSD'ê li ser erdê hatin pêkanîn û dikarîbû piraniya daxwazên gel bi cih bîne. Her wiha hate destnîşankirin ku MSD'ê di hevdîtinên xwe yên li derve de bi ser ket, lê di hundir de rola xwe li gorî tê xwestin bi cih nayîne û sedema vê yekê spartiyên nakokiyên di navbera wê û partiyên dikin.

Di nêrînan de hate diyarkirin ku ji bo pêşxistina xebata MSD'ê divê têkiliyê partiyan li ser esasê berjewendiyên gelê Sûriyê werin pêşxistin.

ANHA