Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Qamişlo, Dêrik, Minbic, Kobanê û Zirganê çalakî hatin lidarxistin û kolan û qadên giştî hatin xemilandin.

Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
27 sibat, 2022   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi diruşma "Bi hev re em şoreşa xwe diparêzin û xaka xwe rizgar dikin", tên lidarxistin.

QAMIŞLO

Bi vê boneyê Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Qamişlo bi beşdarbûna 18 jinan pêşbaziya bi biskilêtan li dar xist.

Pêşbazî ji çerxerêya Meştenûrê ya bajarê Qamişlo heta sûka Jinan a li taxa 4 kolanan dewam kir.

Rojîn Hesen di asta yekemîn de, Nûşîn Îsamîl di asta duyemîn de û Emel Ratib di desta sêyemîn de bi ser ketin.

Hevseroa Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Şermîn Şaqo kesên serkeftî xelat kirin û  8'ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kir.

Her wiha got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya berxwedan û fedekariyên jinan destkeftiyên xwe parastin.

Paşê li ber stranan govend hatin gerandin.

DÊRIK

Têkildarî mijarê endam û rêveberên Kongra Star a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo qada Şehîdan, qada Azadî û deriyê ketina bajar bi al, sembolên Kongra Star û wêneyên rêber Abdullah Ocalan xemilandin.

Li gorî endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Fatma Silêman, xebatên xemilandinê dê du rojan dewam bikin û diyar kir ku bi boneya 8`ê Adarê dê li Dêrikê semîner werin dayîn, serdana malbatên şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ`ê û birîndarên şer were kirin.

Di dawiyê de Fatma Silêman Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û hêvî kir ku bibe roja azadiya jinan li tevahî cîhanê.

MINBIC

Bi dirûşmeya "Bi yekitiya jina ciwan civak dê pêş bikeve", Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê bi koordîneya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Minbic û gundewarên wê çalakiyek li dibistana Qeser Benat El-Ereb ji xwendekarên dibistanên navîn re li dar xist.

Di çalakiyê de nepoxên ku dirûşmeyên "Jin pêşenga civakê ye", "Na ji tundiya li ser jinê re" û "Bê jin jiyan nabe" li ser hatin nivisandin, hatin belavkirin, paşê îmze li ser cawekî spî hate xêzkirin.

Têkildarî mijarê Nivîsgeha Jinan a Komîteya Şaredariyan Minbicê bi hevkariya Gerînendeya Jîngehê ya bajarê Minbicê pêngaveke paqijkirin li dar xist.

Pêngav bi beşdarbûna endamên saziyên jin ên bajar du rojan dewam kir. Di çaroveya pêngavê de  goristana Şehîdan, çerxerêya El-Delû û çerxerêya Jinê hatin paqijkirin.

Derbarê mijarê de, Hevseroka Komîteya Şaredariyan a Wîsam Xelîfe got armanc ji pêngavê çanda parastina jîngehê di nava civakê de belav bike û destnîşan kir ku paqijiya jîngehê nîşaneya paqijiya wan e.

KOBANÊ

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/V5F1Ghk8W_c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Desteya Jinan û Desteya Karûbarên Civakî yên herêma Firatê jî bi boneya 8'ê Adarê şahiyeke ji zarokên astengdar re li dar xist.

Şahî bi beşdarbûna bi dehan zarokên astengdar, şêniyên Kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li navenda Astengdaran hate lidarxistin.

Di şahiyê de mamosteya zimanê kurdî Mizgîn Mehmûd axivî û got: "Jin dayik e, zarokan xwedî dike û wan fêrî wateya azadiyê dike da ku civakeke azad û demokratîk were avakirin."

Mizgîn Mehmûd diyar kir ku hin kes hene dibêjin jin nikare roleke pêşeng di civakê de bilîze, lê ev tişte nerast e û wiha domand: "Ji destpêka dîrokê ve, jin di her deverê rola xwe pêk anîn. Mînake vê yekê şerê wê yên li hemerî DAIŞ'ê ye, her wiha şehîd Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr da ser rêya azadiyê ji bo ku em bi aştî û azadî bijîn canê xwe feda kirin."

Di çalakiyê de şano, helbest û stran û dîlan hatin pêşkêşkirin.

ZIRGAN

Bi heman armancê Kongra Star bi hevkariya Meclisa Navçeya Zirganê semînerek da.

Di semînerê de girîngiya Roja Jinan a Cîhanê û dîroka wê û sedemên ragihandina vê rojê hatin destnîşankirin.

Di dawiya semînerê de diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

(bx)

ANHA