​​​​​​​Li Şedadê projeya ronîkirina kolanan bi dawî bû

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Hesekê projeya ronîkirina kolanên navçeya Şedadê bi dawî kir.

​​​​​​​Li Şedadê projeya ronîkirina kolanan bi dawî bû
​​​​​​​Li Şedadê projeya ronîkirina kolanan bi dawî bû
​​​​​​​Li Şedadê projeya ronîkirina kolanan bi dawî bû
​​​​​​​Li Şedadê projeya ronîkirina kolanan bi dawî bû
​​​​​​​Li Şedadê projeya ronîkirina kolanan bi dawî bû
​​​​​​​Li Şedadê projeya ronîkirina kolanan bi dawî bû
​​​​​​​Li Şedadê projeya ronîkirina kolanan bi dawî bû
​​​​​​​Li Şedadê projeya ronîkirina kolanan bi dawî bû
​​​​​​​Li Şedadê projeya ronîkirina kolanan bi dawî bû
26 sibat, 2022   11:45
HESEKÊ

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Hesekê bi hevkariya rêxistineke li Şedadê, beriya 3 mehan dest bi projeya ronîkirina kolanên navçeyê kiribû.

Desteyê kolanên sereke û şaxî yên Şedadê ronî kirin û îro proje bi dawî kir.

Gerînendeyê Beşa Pîşeyî ya Şaredariya Gel Şedadê Emîn Bîlal ev agahî dan: "Kehrebeya ji stasyonan tê, beşeke wê kolanan ronî dike û beşa din jî bi enerjiya rojê bi rêya du transên kehrebeyê têne ronîkirin."

Hejmara stûnên li navçeyê ku bi enerjiya rojê dixebitin, nêzî 300`î ye, her wiha hejmara beştên kehrebeya wan, derdora 200`î ye.

Her wiha şêniyên navçeyê jî diyar kir ku vê projeyê feydeyeke baş da Şedadê.

Dema çeteyên artêşa Tirk êrişî Şedadê kir, binesaziya wê wêran kir, lê piştî ku sala 2016`an bi destê QSD`ê rizgar bû û Rêveberiya Xweser binesaziya navçeyê ji nû ve ava kir.

(eh)

ANHA