​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şerê li Ukraynayê herî zêde bandorê li Sûriyê dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa bandora şerê li Ukraynayê li ser Sûriyê, rewşa Iraqê û destwerdana Rûsyayê ya li Ukraynayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şerê li Ukraynayê herî zêde bandorê li Sûriyê dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şerê li Ukraynayê herî zêde bandorê li Sûriyê dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şerê li Ukraynayê herî zêde bandorê li Sûriyê dike
26 sibat, 2022   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

‘TÊKILIYA SÛRIYÊ BI ALOZIYA LI UKRAYNAYÊ RE`

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivisî: "Ger serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di pêkanîna guhertinekê li Kîevê de bi ser bikeve yan jî bi berxwedaneke hundirîn re ku bi desteka veşartî ya dewletên NATO`yê ya bi rêya sînorên Polonyayê re rû bi rû bimîne, lê xuya ye ya herî zêde ji vê êrişê bandor lê bûye, Sûriyê ye.

Di van salên dawîn de têkiliyek di navbera dosyaya Sûriyê û aloziyên din de heye wekî Lîbya û Qerebaxê, ji ber ku lîstikvanên sereke heman in; Tirkiye û Rûsya. Gelek caran her du alî li eniyan êrişî hev dikin da ku peyaman bidin lê li eniyeke din bazarên jeopolîtîk pêk bînin. Lê girêdana herî diyar di navbera eniyên Ukrayna û Sûriyê de ye. El-Esed êrişa li ser Ukraynayê bi erênî nirxand û bi “rastkirina dîrokê” bi nav kir.

Sûriye ji bo ku bendera Laziqiye bi Qirimê ve were girêdan, gelek peyman îmze kirin. Komarên cudaxwaz nas kirin. Ev hemû nîşan didin ku Sûriye beşek ji “cîhana rûsî” ye ku Pûtîn jî wê dixwaze.

Êdî guman tune ye ku pêşeroja "eniyên şer", agirbest, alîkariyên mirovî, êrişên Îsraîlê û rewşa aborî bi rewşa rojhilatê Ewropayê ve girêdayî ye. Mîna ku Sûriye bûye rehîneya êrişa Pûtîn a li ser Ukraynayê.”

‘HEWLDANÊN EL-SADIR JI BO BIRÊVEBIRINA IRAQÊ DI PÊVAJOYA BÊ DE’

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rêveberiya YNK`ê vebijêrkên xwe yên têkildarî pêvajoya bê li gel pêşniyarên hêzên siyasî yên din, dinirxîne. Lê tevî vê yekê YNK dev ji vebijêrkên xwe bernade. Di sêrî de piştevaniya erkdariya duyemîn a Berhem Salih ji bo serokatiya Iraqê. 

Çavkaniyên siyasî diyar kir ku Tevgera El-Sadir niha hewl dide PDK`ê îqna bike ku bi YNK`ê re têkildarî serokkomariyê li hev bike, da ku tevlêbûna PDK`ê di hevbendiya sêalî de dabîn bike ku tê de Îtîlafa Serdestiyê ya sunnî heye.

Lê Mesûd Barzanî bi israr e ku endamekî partiya xwe bike namzetê serokkomariyê. Li aliyekî din gelek aliyan siyasî destnîşan kir ku El-Sadir bi vebijêrka nûkirina erkdarkirina Berhem Salih re ye ji ber ku di nav namzetan de ê herî guncaw e û li ser asta herêmî xwedî baweriyeke mezin e. Li rex wê, El-Sadir baş dizane ku bi piştgiriya ji Salih re, dê şansên wê ji bo birêvebirina hikumeta Iraqê di dema bê de zêdetir bike.”

`RÛSYAYÊ BAJARÊ MELITOPOL Ê UKRAYNAYÊ DESTESER KIR`

Li ser rojeva Ukraynayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Hêzên Rûsyayê derbasî bajarê Melitopol ê li başûrê rojhilatê Ukraynayê bûn.

Ajansa nûçeyan a RIA Novosti ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, da zanîn: "Piştî operasyona li nêzî bajarokê Azov ê li ser deryaya Azov, yekîneyên Rûsyayê ber bi bajarê Melitopol ve ketin rê û bêyî berxwedan, derbasî bajêr bûn."

Ajansa Ukrinform a Ukraynayê ragihand ku Ukraynayê ragihandibû ku bajar hatiye dorpêçkirin û komên biçûk ên leşkerên Rûsyayê derbasî bajêr bûne. Li gorî Oleksandr Staruch, serokê Rêveberiya Herêmî ya Zaporozhye Oblast, leşkerên Rûsyayê hewl daye ku avahiyên stratejîk dagir bikin.”

(eh-dx)