​​​​​​​Mamosteyên Zirganê ruxmî topbaranê lê li ser erka xwe ne

Komîteyên perwerde û fêrkirinê yên navçeya Zirganê karmaneya beşa yekemîn a sala xwendinê ya 2021-2022`iyan li xwendekarên 41 dibistanan belav kir.

​​​​​​​Mamosteyên Zirganê ruxmî topbaranê lê li ser erka xwe ne
21 sibat, 2022   12:00
HESEKÊ

Tevî topbaranê, lê xwendekarên navçeya Zirganê perwerdehiya xwe berdewam dikin. Îro karnameya xwe wergirt.

Komîteyên perwerde û fêrkirinê yên navçeya Zirganê karnameya beşa yekemîn a sala xwendinê ya 2021-2022`iyan li xwendekarên 41 dibistanan belav kir.

Navçeya ku tenê 1 kîlometre ji eniyan dûr e, li gel bêdengiya hêzên garantor Rûsya û Amerîkayê hema bêje rojane rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.

Xwendekarên dibistanên amadehî, navîn û seretayî karnameya beşa yekemîn a sala xwendinê ya 2021-2022`iyan bi kêfxweşiyeke mezin wergirt.

Mamoste Cîhad Ebdo destnîşan kir ku ruxmî topbaranê lê perwerdehî li navçeyê berdewam e.

Cîhad Ebdo wiha domand: “Tevî topbaranê lê mamsoteyên navçeyê erkên xwe pêk tînin û perwerdeya zarokan didomînin.”

(şx)