​​​​​​​Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê mamoste li qadan bûn

Li  Rojhilatê Kurdistanê û hin bajarên Îranê mamosteyan li hemberî binpêkirinên hiqûqî yên rejîma Îranê îro jî daketin qadan.

​​​​​​​Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê mamoste li qadan bûn
19 sibat, 2022   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji ber giranbûyîna nirxê kelûpelên jiyanê gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bi rewşeke pir zehmet re rû bi rû ye û di nava hejariyeke giran de rojên xwe diborîne. Rejîma Îranê ku ne tenê çareseriyekê ji pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên welatiyan re nabîne belku di heman demê de rojane ji xwepêşandan û nerazîbûnên ku gel li her deverê Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dide tê dîtin ku rojane krîz kûr dibe.

Yek ji wan beşên civakî mamoste û xebatkarên perwerehiyê ne ku hema bêje ji sala bihorî heya niha li dijî binpêkirinên mafên xwe, bê edaletî û girtin û destgîrkirina hevalên wan ên ji aliyê rejîma Îranê ve li qadan in.

Di vê çarçoveyê de mamosteyên li bajarên Sine, Merîwan, Tehran, Erak, Lendê, Şîraz, Lengrûd, Ehwaz, Kirmaşan, Deştê Fars, Hemedan û Kerec ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan û bi mîtîng û xwepêşandanan nerazîbûnên xwe anîn ziman. Mamosteyên neraziyên her sê cihan jî diyar kirin ku ew ê heya bi destxistina mafên xwe wê qadan neterikînin.

Di xwepêşandana li Kerecê de hêzên rejîma Îranê êrişî xwepêşanderan kirin û bi lêdanê herî kêm 15 mamoste destgîr kirin.