Şêniyên Şedadê şehîd Salih El-Mihemed spart axê

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Salih Mihemed El-Mihemed li goristana şehîdan a navçeyê veşart.

Şêniyên Şedadê şehîd Salih El-Mihemed spart axê
Şêniyên Şedadê şehîd Salih El-Mihemed spart axê
Şêniyên Şedadê şehîd Salih El-Mihemed spart axê
Şêniyên Şedadê şehîd Salih El-Mihemed spart axê
Şêniyên Şedadê şehîd Salih El-Mihemed spart axê
Şêniyên Şedadê şehîd Salih El-Mihemed spart axê
Şêniyên Şedadê şehîd Salih El-Mihemed spart axê
Şêniyên Şedadê şehîd Salih El-Mihemed spart axê
19 sibat, 2022   11:54
HESEKÊ

Şêniyên Şedadê û gundewarên wê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê kom bûn da ku cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Salih Mihemed El-Mihemed wergirin û piştre ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve çûn.

Merasîmê bi toreneke leşkerî dest pê kir, dûre ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Îbrahîm El-Belo axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û malbata şehîd Salih El-Mihemed re dixwazin."

Îbrahîm El-Belo soza şopandina rêya şehîdan da û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şehîdên me ronahiya me ne û sembola fedakariyê ne. Şehîd Salih El-Mihemed da ku gelê wî bi aramî bijî, cane xwe feda kir."

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehre Ehmed jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd ji bo ku em li welatê xwe bi aştî û aram bijîn, canê xwe feda dikin."

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Deham El-Ferec nasnameya şehîd Salih El-Mihemed xwend û radestî malbatê kir û di dawiyê de cenazeyê şehîd hate veşartin.

Şehîd Salih El-Mihemed li Reqayê gihaştibû asta şehadetê.

(eh)

ANHA