Pirsgirêka Rojava bi cir û cedelê nabe, çareseriyeke micid dixwaze-ŞUKRU GEDÎK

Pirsgirêka Rojava bi cir û cedelê nabe, çareseriyeke micid dixwaze-ŞUKRU GEDÎK
18 sibat, 2022   01:46

Wargehê Samiyan ku tê gotin ji kurê Nûh ê bi navê Şam hatine û demekê wek deştên herî bibereket ên Mezopotamyayê dihat naskirin, ku niha wek Sûriye tê naskirin… Di dîrokê de rastî gelek êş, komkujî û wêraniyê hat.

Kenanî, Îbranî, Aramî, Asûrî, Babîl, Partî, Yewnan, Roma, Bîzans, Emewî, Ebasî, Eyyûbî, Selçûqî, Memlûqî, Xaçperest, Osmanî û gelekên din di ser wê re derbas bûn. Gelek hêzên desthilatdar ku Îskenderê Mezin jî di nav de ye, di ser re derbas bûn. Ev axa ku bawerî û gelan di nava hev de vedihewîne, tu çarî bê kêşe nema.

Şam bû jîngeha dewleta yekemîn a îslamê anku Emewiyan (662-750) û bû paytexta Memlûkiyan. Bû aqilê jeopolîtîk ê Rojhilata Navîn, wek navenda erebbûnê hat naskirin û di belavbûna baweriya îslamê de rol lîst û bû Bîladî Şam a Împaratoriya Osmanî. Her wekî berê, niha jî xwîn li ser wê nasekine. Sûriye ku nakokiyên hundirîn û îslamî lê hene, nakokiyên mezhebî yên herî xwîndar lê hene û DAIŞ’ê wek Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê ji xwe re kir bingeheke îdeolojîk û niha jî bi Bihara Erebî re zelûl bûye.

Tu kesî texmîn nekiribû ku bûyerên li Deraayê (15 Adar 2011) dê bibin sedema wêrankirina welat. Şerê navxweyî yê Sûriyê û piştî êrişên DAIŞ'ê îdareya navendî ya Sûriyê ji taqet ket. Di şerê 12 salan de, binesaziya Sûriyê hilweşiya. Sazî bê wate bûn. Hikumeta Esad kontrola xwe ya li ser welat winda kir.

Her ku trajediyên şer zêde bûn, destwerdanên derve jî çêbûn. Ev pirsgirêk ku di serî de Koalîsyona bi pêşengiya DYA’ê û piştre Rûsya û Îran tev lê bûn, bû pirsgirêkeke navneteweyî. Li Sûriyê bi milyonan mirî û birîndar û bi milyonan penaber lê çêbûn, êdî mîna nêçîrekê ye ku ketiye nava rewda guran û ji hev belav bûye.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Rojava jî din av de ye, bi xeta sêyemîn avabiyeke xweser a defacto ava kir. Li şûna ku bibe aliyekî pevçûnê, nêzîkatiyeke li ser çareseriyê qebûl kir. Xwe li gorî rastiya siyasî ya îro saz kir, parastina xwe kir û rêveberiya xwe ya xweser ava kir.

Tirkiye rasterast kete nava şerê navxweyî yê Sûriyê, weke sûcdarê herî bi bandor ê gurbûna şer derket holê û di dawiya dawî de bû sedema bêçareseriyê. Idlib ji bo çeteyan kir wargeh. Li ser sînorê xwe emîrên DAIŞ'ê xistin bin kontrola xwe û xwedî kirin. Çete berdan ser Rojava û gelek herêm dagir kirin.

Sûriye ji ber hebûna Îranê ya li meydanê jî gelek caran rastî êrişên Îsraîlê hat û hê jî li benda çareseriyê ye. Heke rejîma Sûriyê ku ji veguherîna demokratîk re girtî nebûya, karîna xwe ya guherînê nîşan bida, dibe ku karesatên îro pêk nehatana.

Sûriye dûrî vebijêrka demokratîk a ji bo çareserkirina nakokiyan û tecrubeyên xwe dûr disekine û ev yek dibe sedem ku welat bêhtir bikeve nava aloziyê. Li şûna ku li ser lêgerînên çareseriyê yên ji derve tên ferzkirin bisekinin, dê bibe rêbaza herî rasteqîn a gelan ku bi dînamîkên xwe yên li ser modela rêveberiya xweser a demokratîk li hev bikin.

Tevî ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parvekirina desthilatê bi hemû pêkhateyên din ên Sûriyê re dixwazin bi hev re bijîn jî, lê lêgerîna çareseriyê di formûla hêzên derve de dê welêt bixe nava pêvajoyeke aloztir.

Bi taybetî gelê Rojava li gel berdêlên giran û fedakariyên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê dane jî, herî zêde nêzî çareseriyê disekine. Xwesteka Sûriyê ya parvekirina çarenûsa hevpar a gelan di nava yekparebûna axa xwe de, ji bo jiyîna çandeke hevpar û nêzîkatiya wê ya di çareseriya demokratîk de israr dike, divê bê bersiv nemîne.

Rêveberiya Xweser ji bo diyaloga bi rêveberiya Esed re, kanalên dîplomatîk vekirî bimînin, îradeya çareseriya mayînde ya maqûl nîşan dide. Heke vê yekê girîng nebînin, dê ji bo wan bibe xetayeke mezin. Lêgerîna li çareseriyeke navneteweyî wê tu carî ji bo siberoja Sûriyê nebe çareseriyeke kêrhatî.

Pirsgirêka Rojava bi cir û cedelê nabe, çareseriyeke micid dixwaze. Helwest û tevgerên ku pêşiya îradeya jiyana hevbeş a gelan digirin, çi rêveberiya Esad be, çi jî Rûsya, Amerîka yan jî welatên YE’yê û dev ji zimanê cir û cedelê bernedin, dê ji bo hemûyan jî bibe windahî.

Lihevkirinên ku Tirkiye aliyekî wê ye, li ser maseyên muzakereyan ên li ser bingeha înkara Kurdan, wê ji bo Sûriyê senaryoyên karesateke nû bin. Tevî ku desthilata faşîst a li Tirkiyê dixwaze bi lihevhatina bi rêveberiya Esad re xwe bigihîne qonaxekê jî, encam dê zêde neguhere. Lêgerîna li çareseriyeke ji derve, dê tu carî ji bo Sûriyê nebe çareseriyeke rasteqîn. Nexasim ku Tirkiye sedema sereke ya şerê navxweyî yê Sûriyê ye, îcar heke jê çareserî bê hêvîkirin, dê tenê dilsafîtî be.

Siberoja Ereb, Kurd, Asûrî, Tirkmen, Çerkez, Ermen û gelên din di çareseriya demokratîk de ye. Sunnî, elewî, xiristiyan, êzidî, durzî, nusayrî, selefî, sabiî û baweriyên din wek blokên avakirina çanda neteweya demokratik dikarin pêşeroja Sûriyê ava bikin.

Dersa herî girîng ku ji ezmûnên dîroka Sûriyê bê derxistin, ne wêrankirin e, lê bi lihevanînê, bi avakirinê hebûn e. Avakirina civaka demokratîk û têgîna rêveberiya demokratîk ne tenê ji bo Sûriyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn çareseriyeke jêneger e.

Pirsgirêkên pabendîbûna li maneyên cewherî yên têgînên mîna Wahdah, Hurriyah, Ishtirakiyah (Yekîtî, Azadî, Sosyalîzm) ku di dirûșmên Sûriyê de cih digirin û pirsgirêkên têkilî nûjenkirina wan wê werin çareser kirin.

ANHA