Tevgera Sedir: Divê biryara Dadgeha Federal were bi cihanîn

Koma Tevgera Sedir a li Parlementoya Iraqê, derbarê biryara Dadgeha Federal a li ser firotina petrola herêma Başûrê Kurdistanê ragihand, divê hemû alî girêdayî biryara Dadgeha Federal a Iraqê bimînin û rêzê li tevayî biryarên dadgehê bigrin.

Tevgera Sedir: Divê biryara Dadgeha Federal were bi cihanîn
16 sibat, 2022   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Dadgeha Federal a Iraqê li ser giliyê ku hin parlementerên Iraqê li ser firotina petrol herêma Başûrê Kurdistanê ya bi awayek serbixwe ji aliyê hikûmeta Başûr ve tê kirin, civiya û biryar da.

Dadgehê biryara dawî li ser giliyên hatî kirin da û ragihand, yasaya petrol û gazê ya herêma Başûrê Kurdistanê derveyî destura Iraqê ye. Dadgehê diyar kir ku firotina petrol herêmê ya bi awayê serbixwe tê kirin, ne yasayî ye. Her wiha dadgehê biryar da ku hikûmeta herêmê girêdayî Wezareta Petrolê ya Iraqê bimîne û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê jî lêkolînê li ser firotina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bike.

Serokê Koma Sedir Hesen Kebî, li parlementoya Iraqê bi civînek çapemeniyê helwesta tevgera Sedir a li ser vê biryara Dadgeha Federal nîşanda. Kebî got, “Em hemû rêzê li biryarên Dadgeha Federal digrin û her biryarek li vê dadgehê were girtin jî divê were bi cihanîn.”

Hesen Kebî da zanîn wan daxwaz ji serokatiya parlementoyê kirine ku ji bo avakirina komisyonan lez bikin daku yasayên giring derxînin.