​​​​​​​Li beyara Sûriyê 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li beyara Sûriyê bombebaran kirin. Di encamê de 6 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn.

​​​​​​​Li beyara Sûriyê 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
16 sibat, 2022   08:40
NAVEND NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê careke din nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên beyara Sûriyê li herêman sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa, beyara Resafe, derdora çiyayê El-Bişrî û rojhilatê Himsê kirin hedef.

SOHR`ê diyar kir ku di encama bombebaranê de, 6 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn bûn.

Balafirên Rûsyayê ji destpêka Sibatê ve, 440 caran êrişî herêmên cuda yên beyara Sûriyê kirine.

(eh)