Şêniyên kantona Hesekê Komploya Navneteweyî şermezar kir

Bi deh hezaran şêniyên Hesekê li dijî komployê daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

15 sibat, 2022   13:21
HESEKÊ

Îro li kantona Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Şedad û Holê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Bi hezaran şênî, şêx, rûspiyên êlên Ereb û Kurd, endamên partiyan û nûnerên Rêveberiya Xweser ên kantonê tev li çalakiyan bûn.

Li deverên navborî meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Bi rêya wan çalakiyan şêniyan komplo şermezar kir û berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih.

Beşdaran di çalakiyan de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê rakirin. Her wiha piraniya şêniyan cil û bergên reş li xwe kirin.

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundên girêdayî wê, ji pêşiya Parka Serok Ocalan heta taxa Nasre meşiyan. Meş li Qada Sîtî Baz (Qada Suryan) rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan ne rêberê partiyekê bû ku banga mafên neteweyekê yan jî taîfeyekê kir. Lê belê rêveberekî neteweyî ye û banga çareserkirina dozên gelên bindest kir."

Oso diyar kir ku ji ber vê yekê dewletên mêtinger û kapîtalîst komplo pêk anî û ew dîl girt.

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî jî diyar kir ku çalakiyên wan ji cîhanê re îsbat dikin ku komplo ji destpêkê ve têk çûye ji ber ku gel xwedî li rêber Abdulah Ocalan derket.

Welîde got komplo nikare vîna gelên azadîxwaz têk bibe û dê têkoşîna xwe ya li hember dewletên komploger heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Di mîtîngê de rûspiyê êla Cebûr El-Hezîm Ferhan Cemîl Atiye jî wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest têk koşiya û bi saya wî em niha di nav azadiyê de ne. Em hêz û vîna xwe jê digirin û bi saya ciwanan me welatê xwe rizgar kir û DAIŞ tune kir."

DIRBÊSIYÊ

Bi heman mebestê bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê meşek li dar xist, piştî meşê li Qada Şehîdan mîtîngek li dar ket. Di mitîngê de hevserokê PYD`ê yê navçeyê Mihemed Xelef axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Her wiha diyar kir ku bi saya têkoşîn û berxwedana gel komplo têk çû.

Xelef di dawiyê de pêwîstiya berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê destnîşan kir û got: “Divê em şopdarên fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bin heta ku em li hember hemû komplo û planên li dijî gelên herêmê li ber xwe bidin."

TIL TEMIR

Bi hezaran şêniyên navçeya Til Temirê li pêşiya Mecilsa Malbatên Şehîdan dest bi meşê kir û li dawiya Çerxerêya Qendîl a navçeyê sekinîn.

Li çerxerêyê mîtîngek çêbû û endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ednan Kalo di şexsê rêber Abdullah Ocalan de bexwedana hemû girtiyan bi bîr xist û diyar kir ku ev roj ji bo hemû gelên azadîxwaz û demokratxwaz rojeke reş e.

Kalo got dewleta Tirk bi desteka hêzên hegemon rêber Ocalan dîl girt da ku şoreşa gelê Kurd têk bibin û wiha domand: “Ew difikirîn ku şoreşa ku rêber Ocalan pê rabûye jî wekî yên beriya wê ne, lê nezanîn ku şoreşa gel û kedkaran e."

Ednan Kalo di dawiyê de bang li gel kir ku hevgirtî bin û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe xurt bikin.

ŞEDADÊ

Li Şedadê rûspiyên herêma başûrê Hesekê tevî şêniyan ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî meşiyan. Meş ji pêşiya Meclisa Navçeyê dest pê kir li qada giştî li pêşiya navenda Partiya Sûriye Pêşerojê rawestî û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endamê rêveber ê PYD`ê Mistefa Ehmed axivî û got: “Em di vê rojê de berxwedana lehengên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya di Pêngava Gurzê Gelan de ku komploya nû ya li dijî Rêveberiya Xweser têk bir, silav dikin.”

Mistefa Ehmed diyar kir ku komploya ku 23 sal e didome ji roja yekemîn ve bi bin ket û di pêşerojê de dê hemû komplo bi bin bikevin, ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li biratiya gelan û jiyana bi rûmet derdikeve.

Ehmed destnîşan kir ku gelê herêmê dê sala 2022`an bike sala serkeftinan û naskirina Rêveberiya Xweser.

ZIRGAN

Li navçeya Zirganê jî Meclisa Navçeyê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar kir.

Endama Kongra Star Selwa Hecî Mihemed daxuyanî xwend û tê de wiha hat gotin: Divê rêxistinên hiqûqî hesab ji dewleta Tirk a dagirker ku sûcan pêk tîne, bixwazin. Divê civata navneteweyî ji bêdengiya xwe ya li hember van sûcan derkeve.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan tunekirina gelên bindest û bidawîkirina berxwedana wan e.

HOL

Şêniyên navçeya Holê bi amadebûna rûspî û şêxên êlên herêmê û bi beşdariya şêniyên navçeyê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya meclisa navçeyê ji aliyê berpirsê nivîsgeha PYD’ê Emar Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komploya ku ji aliyê welatên kapîtalîst ve hatibû plankirin, ku rêber Abdullah Ocalan kir hedef, ji bo têkbirina tevgera azadiyê, ramanên azad, gelê Kurd û gelên azadîxwaz e. Armanca vê komployê desteserkirina Rojhilata Navîn bû, lê rêber Abdullah Ocalan bi fikr û perspektîfên xwe, bi projeya neteweya demokratîk karîbû wê armancê têk bibe, ji ber vê yekê komplo pêk anîn.”

Di daxuyaniyê de her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kuştina sivîlan hatin şermezarkirin û bal kişandin ser amadebûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xwe û axa xwe û berdewama berxwedanê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî.   

Çalakî bi dirûşmên şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek herêmên cîhanê, çalakiyên cuda di salvegera 23'yemîn a Komploya Navneteweyî de li dar dikevin.

(şx-dx)

ANHA