Meclisa kantona Girê Spî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser gundewarên Eyn Îsayê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku cezayên giran li dewleta Tirk bibire.

Meclisa kantona Girê Spî êrişên dewleta Tirk şermezar kir
14 sibat, 2022   15:35
EYN ÎSA

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên sazî û komîteyên kantonê li qada meclisa kantona ya li navçeya Eyn Îsayê ji aliyê endamê komîteya perwerdeyê Salih El-Hecî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên rojavayê kantona Girê Spî û gundewarên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê hatin şermezarkirin ku di encama wê de welatiyek şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev ne careke yekemîn de ku dewleta Tirk êrişan pêk tîne û wiha hate domand: "Ji destpêka ku kantona Girê Spî dagir kiriye ve beşên mezin ji gundewarên kantonê topbaran dike, armanca wê ji vê yekê ew e ku niştecihan ji bajar û gundewarên wê koçber bikin."

Meclisê di berdewamiya daxuyaniyê de bêdengiya Rûsya ya garantor a derbarê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne deşermezar  kir û bang li civata navneteweyî û Komkara Dewletên Ereban kir ku helwestekê derbarê sûcên dewleta Tirk li dijî welatiyên herêmê, bistîne.

 (bx)

ANHA