Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin

Li deverên cûda yên herêma Cizîrê bi çalakiyan banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
14 sibat, 2022   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Hesekê û Qamişlo û navçeyên girêdayî wan, ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Meclisa Kantona Hesekê sînevîzyonek li ser têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û qonaxên komploya li dijî wî hate pêkanîn pêşand. Sînevîzyon bi beşdarbûna girseyeke mezin li navenda Çand û Hunerê hate pêşandan.

Li aliyekî din jî Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Hesekê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn Xelat Xidir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hate kirin. Her wiha bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dewleta Tirk ji ber sûcên ku dike, dadgeh bike..

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşan kirin ku bi komploya 15‘ê Sibatê xwestin di şexsê rêbertî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bikin û wiha hate domandin: "Xwedîderketina gel li ramanê rêbertî û kombûna wê li derdora tevgerê hişt ku komplo têk biçe. Her wiha ev tevger veguherî tevgereke cîhanî ku bi hezaran kes ji Ewropa û welatên rojava ve tev li refên tevgerê bûn."

Tevegera Çand û Hunerê destnîşan kir ku ji ber ku dewleta Tirk nikarî fikirên rêber Abdullah Ocalan û tevgera rizgariyê tune bike, tecrîdeke giran li rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komplo hîna berdewam e. Dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku xwedî li fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derketin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şêniyên herêmê dê li hember komployê têkoşîn û berxwedana xwe temam bikin. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û navneteweyî hat kirin ku berpirsyarên xwe bînin cih û rêber Abdullah Ocalan serbest berdin û dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên li dijî mirovahiyê ku pêk tîne, darizînin.

HOL

Di heman çarçoveyê de Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Holê semînerek orgenîze kir. Di semînerê de îşaret bi taybetmendiyên kesayeta rêber Ocalan hate kirin û Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibata 1999`an hate şermezarkirin.  

Semîner û sînevîzyon li nivîsgeha PYD`ê ya Holê bi tevlêbûna bi dehan şênî, di nav de endamên PYD‘ê hate lidarxistin.

Endamê PYD`ê Telî Ehmed axivî û îşaret bi armanca komploya 15‘ê Sibatê kir û diyar kir ku hêzên komploger bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan xwestin vîna gelan, ramanê rêbertî têk bibin.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku li gorî îtîrafên dewleta Tirk a dagirker, hin aliyên tev li komployê bûne ev in "îstixbarata Îsraîlê, Amerîka, Brîtanya, Kenya, Yunanistan û Tirkiyê" ne.

Ehmed her wiha îşaret bi taybetmendiyên rêber Abdullah Ocalan, sedemên damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), zehmetiyên partî li Tirkiyê kişand û hedefgirtina rêbertî kir.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser komploya 15‘ê Sibatê hate pêşandan.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo, bi dirûşmeya "Bimre komploya 15`ê Sibatê", Tevgera Xwendekarên Demokrat û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, her wiha Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, meşek lidar xist.

Meş ji çerxerêya Mûnîr Hebîb dest pê kir û ber bi çerxerêya Şehîd Rûbar ve çû. Di meşê de dirûşmeyên şermzarkirina komploya navneteweyî, silavkirina berxwedana rêber Ocalan di Îmraliyê de hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsa "Dem dema azadiya rêber APO ye" hatin hildan.

Meş li çerxerêya Şehîd Rûbar veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Amed Mehmûd diyar kir ku ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji beriya çend rojan ve çalakiyên cûda ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li ser asta bajarok û taxên bajarê Qamişlo lidar dixin.

Amed Mehmûd da zanîn çalakî dê dewam bikin heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin. Her wiha destnîşan kir ku komploger nikarin wan dûrî fikir û felsefeya rêber Ocalan bixin.

Mehmûd got, bi îradeya xwe ku ji fikirên rêber Ocala digrin dê hemû komplo û planên ku li dijî wan têne kirin, vala derxînin.

TIRBESPIYÊ

Têkildarî mijarê, Meclisa Navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo civîneke girseyî li hola Siyahî li dar xist. Di civînê de behsa planên îstîxbaratên navneteweyî û Tirkiyê yên revandina rêber Ocalan hatin kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyonek li ser komployê hate pêşandan. Dûvre endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Roza Tolhildan axivî û bal kişand ser komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan û got piştî nîqaşên di navbera dewletên Ewropa de komplo pêk hat û rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan radestî dewleta Tirk a faşîst kir.

Roza Tolhildan wiha domand "Fikirên ku rêber Ocalan banga pêkanîna wê dike, ew e ku gel bi azad bijîn û mafên wan di çarenûsa xwe de hebe. Lê ev fikir li dijî siyasetên dewletên paşverû ne. Ji lew re bi dewleta Tirk re komplo pêk anîn. "

Roza Tolhildan wiha pê de çû: "Ramanê rêber Ocalan belav bûne û îro gelên Rojhilata Navîn hewl didin wan pêk bînin. Ji ber ramanê yekane ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn in. "

Roza Tolhildan di dawiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were bana xurtkirina têkoşînê kir.

 DAXUYANIYA MECLISA JINAN A OLÎ YA KONGREYA CIVAKAN ÎSLAMA DEMOKRATÎK

Meclisa Jinan a Olî ya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk û Kombûna Olan û Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar kir.

Cîgira hevserokatiya kongreyê, Hîbe Deblîs daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Rêber Ocalan doza gelê bindest vejand piştî ku axa wî di nav gelek dewletan de parçe bû û mafên wî yên çandî hatin binpêkirin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe tê koşiya heta ku di 15`ê Sibata 1999`an de dîl hat girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan çareseriya herî guncaw a aloziyên gelên Rojhilata Navîn e.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan  hat kirin ku ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan hewldanên xwe zêde bikin.

DÊRIK

Li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê jî semînerek li ser komploya 15‘ê Sibatê hate dayîn.

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya Dêrikê û Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê, her wiha endamên Navenda Çandê ya Herêma Koçerat beşdarî semînerê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê komployê de ji aliyê endama Navenda Dicle Mendî Tahir ve hate xwendin.

Paşê sînevîzyonek li ser komployê hate pêşandan.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê û banga azadiya rêbertî bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê bi sedan kes daketin qadan û komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Meş ji pêşiya navenda Meclisa Navçeya Til Hemîsê dest pê kir û li çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê.

Li çerxerêya Şehîdan ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endamê rêveber ê PYD‘ê Xalib Sadûn axivî, komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, berxwedana rêber Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de hemû plan û komployên li djiî gelên herêmê vala derxist.

Endama Kongra Star a Til Hemîsê Hilwa Hemza jî got, dewleta Tirk rêber Ocalan fîzîkî girt, lê nikare fikirên wê dîl bigire.

Di mîtîngê de bi navê Akademiya Civaka Demokratîk a Til Hemîsê Ebduselam Casim anî ziman ku gelek dewlet beşdarî komploya li dijî rêber Ocalan bûn, armanca wan vîna gelan bişkînin. Casim destnîşan kir ku hêzên komploger ji fikirê azad ê rêbertî ditisin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî lê derketin.

Bi navê Partiya Muhafizkarên Demokratîk Ferec El-Hisên ji bo azadiya rêbertî banga lidarxistina çalakiyan li ser asta cîhanê kir.

Mîtîng bi diruşmeyên şermezarkirina komplo bi dawî bû.

 (ekîp)

ANHA


<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uSeM-R1tRyA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>