Li Girkê Legê pêşbirka helbestan hate lidarxistin

Bi armanca xurttkirina behreyên xwendekaran, li Girkê Legê pêşbirkeke helbestan hate lidarxistin.

Li Girkê Legê pêşbirka helbestan hate lidarxistin
Li Girkê Legê pêşbirka helbestan hate lidarxistin
Li Girkê Legê pêşbirka helbestan hate lidarxistin
Li Girkê Legê pêşbirka helbestan hate lidarxistin
Li Girkê Legê pêşbirka helbestan hate lidarxistin
Li Girkê Legê pêşbirka helbestan hate lidarxistin
14 sibat, 2022   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca geşkirina behreyên xwendekaran, Komîteyên Rêveberiya Dibistanan û Çalakiyên Dibistanan ên li navçeya Girkê Legê bi hevkariya Tevgera Xwendekaran a Demokratîk pêşbirkeke helbestan ji bo xwendekarên qonaxên navîn û amadehî li dar xist.

Pêşbirk bi navê ‘Pêşbirka Şehîd Behdînan Kobanê’ li Navenda Sendîkaya Bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişloyê bi tevlêbûna 36 xwendekarên qonaxên amadehî û navîn, hate lidarxistin.

Endamên rêveber ên her du komîteyan, her wiha endamên Tevgera Xwendekaran a Demokratîk tev li pêşbirkê bûn. Helbestên bi zimanên erebî û kurdî hatin xwendin.

Di dawiya pêşbirkê de, komîteya pêşbirkê berhem nirxandin, di encamê de 8 xwendekar bi ser ketin û hemû xwendekarên tev lê bûbûn, hatin xelatkirin.

Şehîd Behdînan Kobanê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bû û 25`ê Kanûna par şehîd bûbû.

(eh)

ANHA