Şêniyên Reqa û Dêrazorê banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê îro li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan meşiyan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir. Li bajarokê Sewr jî Meclisa Herêma Bakur û Komîteya Jinan a Dêrazorê çalakiya konvedanê li dar xist.

14 sibat, 2022   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro bi sedan endamên saziyên sivîl û leşkerî û şêniyên Reqayê li Çerxerêya Neîm kom bûn û heta Çerxerêya El-Saa meşiyan.

Piştî meşê mîtîngek li dar ket. Di mîtîngê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed û bi navê Komîteya Azadiya Serok Feysel El-Bêrem axivîn.

Axêveran Komploya Navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku armanca komplogeran têkbirina projeya neteweya demokratîk, binpêkirina azadiyan û tunekirina gelên azadîxwaz e.

Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk û dewletên mêtinger tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan didomînin û hemû peymanên navneteweyî bin pê dikin. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

ÇALAKIYA MECLISA HERÊMA BAKUR Û KOMÎTEYA JINAN

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/sC9aFeXNtPs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Herêma Bakur a bajarokê Swer û Komîteya Jinan a Dêrazorê çalakiya konvedanê li dar xist.

Di çalakiyê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Rewa El-Mihemed axivî û got: “Me bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan mafên xwe bi dest xistin. Heta dawiyê em ê wî wek serokê xwe bibînin. Rast e girtî ye, lê bi fikir û felsefeya xwe azad e.”

Bi navê Komîteya Ciwanan a bajarokê Swer Meryem El-Hesen axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan dê her tim sembola azadiyê be. Yê ku parastina Sûriyê, Filistîn û Kurdistanê kir, rêber Abdullah Ocalan e û yê ku bi navê Filistînê û xwîna sûriyan bazar kir jî Erdogan e.”

(şx)

ANHA