Şêniyên Minbic û Tebqayê: Em bi fikrên rêbertî dijîn

Hiqûqnasekî li herêma Tebqayê û welatiyên Minbicê îşaret bi berxwedana rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de kir û teqezî li ser girêdana wan a bi fikrên rêber Abdullah Ocalan kir û got ew rêbaza pêkanîna aramî û jiyana hevbeş li herêma cihereng û kêmneteweyan e.

Şêniyên Minbic û Tebqayê: Em bi fikrên rêbertî dijîn
13 sibat, 2022   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

9`ê Mijdara 1998`an salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e ku ji aliyê gelek dewletan pêk hat ku siyasetên wan li dijî projeya rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber wê jî 15`ê Sibata 1999`an li Kînyayê dîl hate girtin.

Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm got: "15`ê Sibatê salvegera 23`emîn a dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ye ku li dijî wî hate kirin û kesayeta rêbertî kir hedef. Ji ber ew rêberekî pêşeng e û şerkerê fikrên serdest û kapîtalîst û banga biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk dike."

Şadî El-Îbrahîm wiha domand: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê roja reş ya ku tê de komploya navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan hate kirin, şermezar dikin."

Şadî El-Îbrahîm wiha pê de çû: "Lê wek ku em dibînin, dewleta Tirk di her salê de bi rêbazên dijminane û dûrî mafên mirovan her wiha bi tawana hebûna PKK`ê ku gefan li ewlehiya neteweya wê dixe, êrişî herêmê dike. Em dibêjin ku ev yek dûrî rastiyê ye û ev partî parastina xak û gelê me dike."

‘HETA EM BIGHÊJIN AZADIYA XWE Û AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ EMÊ PROJEYA RÊBERTÎ BI CIH BÎNIN‘

El-Îbrahîm teqez kir ku bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku vê projeyê temam bikin ku xizmeta hemû mezheb û taîfeyan dike. Her wiha banga azadiya gelan jî dike û ev yek destnîşan kir: “Heta pêkanîna azadiya me û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan em ê li ser şopa wî bin.”

El-Îbrahîm wiha berdewam jur: "Roleke mezin a fikr û felsefeya rêbertî di pêkanîna pîvana biratiya gelan de heye. Heger ne ji fikr û felsefeya wî ba dê dijminan xwestekên xwe di pêkanîna projeyên dijminahî û kapîtalîst li Rojhilata Navîn de, bi serketibana."

El-Îbrahîm ev tişt got: "Perspektîf û çareseriyên ku rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê re li gel hegemoya pergala kapîtalîst danîne, dewletên rojavayî bi fikar kirin ku bi rêya xwîna civakên Rojhilata Navîn li ser lingan digirin."

`RÊBERTÎ LI GEL DEWLETEKÊ KU RÊZDARIYÊ NADE QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ, DÎLGIRTÎ YE`

Têkildarî tecrîda 23 salan a berdewam a li ser rêber Abdullah Ocalan El-Îbrahîm got: "Mirov nekare tecrîda giran ku dewleta Tirk ji beriya 23 salan ve li ser rêber Ocalan li zindana Îmraliyê ferz dike, şîrove bike. Lê em dikarin bêjin ku ji ber tirsa pergala cîhanî ji vî fikrî ku lîstikên wê yên kirêt ên li dijî gelan eşkere dike, ev tecrîd hat kirin û heta niha berdewam e.”

Şadî El-Îbrahîm banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêbertî li gel dewletekê ku tu wateyê nade pîvan, qanûnên navneteweyî û mafên mirovan, dîl girtiye."

`ŞÊNIYÊN MINBICÊ; BI FIKR Û FELSEFEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN EMÊ SERKEFTINÊ BIDEST BIXIN`

Şêniyên bajarê Minbicê teqez kir ku ew ê fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku tu cûdahiyê naxe navbera Kurd, Ereb, Asûr, Çerkez û Tirkmen de bişopînin û banga hevgirtina pêkhateyan kir her wiha diyar kir ku ew ê bi fikrên rêber Abdullah Ocalan azadiyê bidest bixin.

MINBIC

Ciwanê bi navê Hisên El-Begarî wiha axivî: "Em ji pêkhateyên Ereb ên bajarê Minbicê û gundewarê wê ne. Me fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nas kir û bi rêya wê em ji hemû kirinên ketober ku li dijî me dihat bikaranîn, rizgar bûn weke bandorên şerê taybet û zihniyeta desthilatdar. Her wiha em ji zilma rejîma Baas û terora DAIŞ`ê xilas bûn."

Hisên El-Begarî wiha domand: "Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan fikrên wî yên azad, kir hedef. Ev fikr banga mafên gelan dike û li hember desthildatê li ber xwe dide ku lîstikan li ser serê gelan çêdike. Em bi fikrên rêbertî dijîn. Bi rêya pêkanîna fikr û felsefeya wê di pratîkê de em bi xwe xizmeta xwe dike û xwe bi rêve dibin."

Hisên El-Begarî teqez kir ku ew şopdarên rê û fikrê rêber Abdullah Ocalan in ku tu cûdahiyê naxe navbera Kurd, Ereb, Asûr, Çerkes û Tirkmen de û bi rêya fikrên xwe banga hevgirtina hemû pêkhateyan di vê pêvajoyê de, dike.

El-Begarî di axaftina xwe de peyamek ji dewleta Tirk re şand û ev tişt anî ziman: "Hûn nikarin bi komploya xwe rêberê me dîl bigirin. Baş bizanin ku we ew fîzîkî dîl girtiye lê fikrê wî azad e û bi rêya wê em ê li her derê bi ser kevin."

Hisên El-Begarî di axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û teqez kir ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî berdewam bikin û ew ê di hemû aliyên jiyanê de şopdarên rêya fikr û felsefeya rêberê xwe bin.

Fatma El-Mensûrî jî wiha axivî: "Em li gorî pîvana biratiya gelan dijîn. Dest bi dest em ê şerê hemû dijminên ku dixwazin ewlehiya me xira bikin, bikin. Em di bin sîwana neteweya demokratîk de dijîn ku ew jî encama fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e û ew jî cihê aramî û ewlehiyê ye."

Fatma banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir ku bi fikir û felsefeya wî hemû pêkhate hevgirtî ne û teqez kir ku ew ê şopdarên rêya fikrê rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk bin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HD9zIc0eVDE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>