Malbatên şehîdan ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî banga xurtkirina têkoşînê kir

Malbatên şehîdan ên li navçeya Girkê Legê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bibe, divê têkoşîn were xurtkirin."

Malbatên şehîdan ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî banga xurtkirina têkoşînê kir
12 sibat, 2022   17:00
QAMIŞLO

Malbatên şehîdan ên navçeya Girkê Legê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, misoger bibe divê em têkoşînê xurttir bikin."

Bi dehan malbatên şehîdan ên navçeya Girkê Legê li pêşiya avahiya Sendîkeya Karkera a bajarokê Rimêlanê daxuyanî da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan ên Girê Legê Rûken Xişman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a faşîst li dijî rêberê mirovahiyê û xwediyê fikirê azad Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî pêk anî.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Di salvegera dîlgirtina rêber Ocalan de, em ê li dijî faşîzma Erdogan meşeleyên berxwedanê bilind bikin, ji bo me doza rêbertî û projeya demokratîk ji projeyên me yên sereke ne, her wiha dê çarenûsa gelê herêmê bimîne rastiyek û divê cîhan vê yekê bibîne."

Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de îşaret bi xurttkirina têkoşînê heta rizgarkirina fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

(eh)

ANHA