Çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê berdewam dikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cûda Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

12 sibat, 2022   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya salvegera 23‘yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 15‘ê Sibata 1999‘an pêk hatibû berdewam dikin.

HELEB

Çalakiya konvendê ya bi diruşma "Dem dema azadiya rêber APO ye" ku ji aliyê Kongra Star û PYD‘ê ve li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatiye lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike.

Bi sedan şênî û endamên komînên Şehîd Destîna, Şehîd Serbest û Şehîd Murad, şandeya ji Hevbendiya Olan, Meclisa Lihevanînê, Dîwana Edaleta Civakî, Hêzên Parastina Civakî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da çalakiya konvendanê. Kon li kêlek Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger li beşa rojavayê taxa Şêxmeqûsdê hatiye vegirtin.

Kon bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, PYD, TEV-DEM, Tevgera Ciwanên Şoreşger û pankratên "Sonda me em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi rêber APO re azad bijîn", "Komploya navneteweyî êrişa li ser mirovahiyê ye", "Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk ava bikin" hat xemilandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê PYD’ê Elî Mistefa axivî û wiha got: "Şoreş şoreşgeran ava dike, azadî azadan ava dike. Rêbertî em fêr kirin ku azad bijîn û parastina maf û welatê xwe bikin. Rêber Ocalan ji azadî û gel hez dikir û ji bona wê jî tê dikoşe. Divê em layiqî vê têkoşînê bin."

Mistefa da zanîn ku divê gel çalakî zêde bibin û derkevin qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bikin û wiha lê zêde kir: "Divê em gel ji zihniyetên desthilatê rizgar bibin ku rêberê xwe bi fîzîkî rizgar bikin."

Li aliyekî din jî, endama Kongra Star Nêrgiz Bekir wiha got: "Ji sûcên ku dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de pêk tîne re êdî bes e. Divê dewleta Tirk ji hêla rêxistinên hiqûqî û civata navneteweyî ve were muhasebekirin. Bi têkoşîna ciwan û gelan em ê vê komployê bi bin bixin û tecrîda li dijî ser rêber Ocalan rakin."

Endama komîna Şehîd Destîna, Şêrîn Mihemed komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir û bi derbeya mezin a li ser mîsaqên navneteweyî û mafên mirovan wesif kir.

Şêrîn Mihemed wiha domand: "Ev komploya li ser rêbertî ji ber felsefe û fikirê wî yê ji gelên Rojhilata Navîn re pêşkêş kir ku çareseriyan ji pirsgirêkên herêmê re bibîne, pêk hat. Bi wê re dewletên kapîtalîst rêbertî bi komployekê girtin. Ji ber naxwazin çareserî li herêmê pêk were."

Piştre endama komîna Şehîd Gulê Selmo, Emîra Tobal wiha got: "Komploya li ser rêberê me Ocalan li ser tevahî gel bû û armanc ji dîlgirtina rêber APO bidawîkirina berxwedana gelê Kurd bû."

Dûvre sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî hate pêşandan. Çalakî bi diruşmên silavkirina rêber Ocalan "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

REQA.

Li Reqayê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Komîteya Azadiya Ocalan a Reqa panelek bi diruşma "Azadiya rêbertî azadiya gelan e û bi wê aştî pêk tê" li parka Mişwar a li ser keviyê çemê Firatê li dar xist.

Di panelê de bi sedan şêniyên Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, berpirsên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, şêx, rûspiyên eşîrên Reqa û gundewarên wê û ciwan amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre hevserokê Komîteya Azadiya Ocalan a Reqa Feysel El-Bêrim behsa jiyan û qonaxên têkoşîna rêber Ocalan kir.

Paşê, sînevîzyonek li ser komploya 15‘ê Sibatê hate pêşandan.

Piştre endamê PYD’ê Ehmed Xoce li ser dîroka damezrandina PKK’ê axivî.

Xoce wiha got: "Piştî heval gihaştin çiyayên Kurdistanê û partî hate damezarandin, bi hezaran welatî Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyan tev lê bûn û guleya yekemîn li hember dagirkeriya Tirk û dewletên desthilata hate teqandin."

Xoce diyar kir ku dewletên modernîte û kapîtalîst Kurdistan dabeşî 4 parçeyan kir. Ji ber siyasetên wan li vê herêmê hene û armanc dikin ku doza Kurd bê çare bihêlin.

Xoce diyar kir ku dewlet, hêzên erebî û biyanî komplo li ser rêber Ocalan pêk anîn û ew roj ji bo gelê Kurdistanê û civaka Rojhilata Navîn rojeke reş bû.

Panel bi nîqaş û bersiva pirsan bi dawî bû.

MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bi rasthatina 23’yemîn a komploya navneteweyî semînerek li hola Meclisa Rêveber da. Di semînerê de malbatên şehîdan, endamên meclisê amade bûn û

Şêwirmenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mizgîn Ehmed li ser pêvajoya niha ya di ser herêmê re derbas dibe û li ser hûrgiliyên komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan axivî.

Mizgîn Ehmed got komplo hîna berdewam e û armanca wê têkbirina projeya neteweya democrat ku ku xwe dispêre fikirê rêber Ocalan û wiha pê de çû: "Em baş dizanin ku kî li pişt êrişa li ser Hesekê ye ku ew jî dewleta Tirk e. Lê bi vîna gel û hevgirtina wê û bi saya fedekariyên şehîdên me, ev komplo hate şikandin."

Mizgîn Ehmed anî ziman ku careke din QSD’ê îsbat kir ku ew dikare ji hêla leşkerî ve gel biparêze û ew ê şopdarên rêya şehîdan bin ku welatê xwe li hember êrişan biparêzin.

Li dawiyê sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî hate pêşandan.

ŞEHBA

Têkildarî heman mijarê, Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Şehbayê semînerek li hola Axîn Welat a Çand û Hunerê ya li navçeya Fafînê ya Şehbayê da.

Endama Yekitiya Jinên Ciwana a Şehbayê Hena Nebhan nirxandina rêber Ocalan ên li ser jinên ciwan xwendin.

Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jinên Ciwana a Şehbayê Ronahî Elî îşaret bi sedem û rewşên dîlgirtina rêber Ocalan di 1999’an kir.

Di dawiyê de sînevîzyonekê li ser komploya navneteweyî hate pêşandan.

(fr)

ANHA