Li Sweydayê xwepêşandan berdewam in

Tevî tedbîrên ewlehiyê yên zêde, şêniyên çiyayê El-Ereb li pêşiya navenda Eyn El-Zeman a li Sweydayê dest bi xwepêşandana xwe kir.

Li Sweydayê xwepêşandan berdewam in
11 sibat, 2022   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê îro li Sweydayê şêniyan bi girseyî li pêşiya navenda Eyn El-Zeman xwepêşandan li dar xist. Şêniyan banga avakirina sûriyeyeke sivîl a demokratîk kir ku mafên sûriyan bê lêvegereke taîfî yan jî irqî yan jî partiyetî misoger dike.

Vê sibê saziyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê, li qad û rêyên sereke yên Sweydayê belav bûn û gelek rê bi panzêran girt. Her wiha gelek sekvan li banên avahiyên hikumî bi cih bûn.

(şx)