Hêzên hikumeta Şamê rêyên sereke yên Sweydayê girtin

Hemwextî kombûna şêniyan li pêşiya navenda Eyn El-Zeman ku li dijî siyasetên hikumeta Şamê xwepêşandan li dar bixin, hêzên hikumeta Şamê îro hemû rêyên sereke yên bajarê Sweydayê girtin û saziyên wê yên ewlehiyê li qadên bajêr belav bûn.

Hêzên hikumeta Şamê rêyên sereke yên Sweydayê girtin
11 sibat, 2022   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ji vê sibê ve li qad û rêyên sereke yên bajarê Sweydayê bi cih bûn û gelek rê bi panzêran girtin. Her wiha gelek sekvan li ser banên avahiyên hikumî bi cih kirin. Hemwextî wê, şêniyên bajêr li pêşiya navenda Eyn El-Zeman kom bûn da ku xwepêşandan li dijî siyasetên hikumeta Şamê li dar bixin.

Duh li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Sweydayê 2 êriş pêk hatin. Çekdarên nenas benda kontrolê ya li bajarokê Micadel kir hedef. Her wiha li bajarokê Erîqe jî çekdarên nenas bombe avêtin navenda polîsê ya bajarokê, lê tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

(şx)