Konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê bi dawî bû

Konferansa 3'yemîn a Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê bi biryarên girîng û hilbijartina meclisa giştî bi dawî bû.

Konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê bi dawî bû
Konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê bi dawî bû
10 sibat, 2022   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma “Pêkanîna edaleta civakî, misogerî û mayîndekirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk e", 3’yemîn konfransa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cezîrê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Nêzî 300 kes ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, MSD, saziyên sivîl û civakî yên herêma Cizîrê, TEV-DEM û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi hilbijartina 19 endamên meclisa giştî ya Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê û biryarên girîng bi dawî bû.

Ji wan biryaran:

- Ji bo civakeke exalqî û demokratîk were avakirin û pêşxistin, pêngavên perwerdeyê yên fikirî, çandî û zanistî werin vekirin.

- Li gorî rêgezên edaleta civakî, pirsgirêk bi awayekî rêxistinkirî, zanistî û pêşketî werin çareserkirin.

- Ji bo pêşxistina rêveçûna xebatê, kadroyên pispor werin amadekirin.

-Bi tevahî saziyên civaka sivîl ên têkildar re xebat were kirin da ku fikir û felsfeya edaleta civakî pêş bikeve.

-Divê komîteyeke akademîk a pispor were avakirin da ku sedemên sûcan û cezayan lêkolînê bike, reformê pêk bîne û ji nû ve wan tev li civakê bikin.

-Rola komîteyên lihevanînê bi rêya perwerdeyê were pêşxistin.

- Kadroyên dadwerî di aliyê fikirî û qanûnî de li gor pisporan werin perwerdekirin.

-Tevahî kadroyên edaletê beşdarî perwerdeyên akademîk bibin.

-Komîteyeke hiqûqî ya pispor were avakirin da ku xebatên saziyên têkildar bişopîne.

-Di navbera saziyên edaletê û meclisên Rêveberiya Xweser de xebateke hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêkan were meşandin da ku pirsgirêk bi lez werin çareserkirin.

ANHA