Li Şedadê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Cenazayê sê şehîdan bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê hatin veşartin.

Li Şedadê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
9 sibat, 2022   15:41
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û herêma başûrê Hesekê, şervan û fermandarên hêzên leşkerî, şervanê QSD'ê Ferhan Ebdurehman ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Hisên El-Ecim û Xalid Silêman El-Mehel ên di encama bersivdayîna êrişên şaneyên DAIŞ`ê Deşîşe şehîd bûn, bi merasîmkê li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kir.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El-Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Şehîdên me ji bo rumet û rizgarkirina xakê her tiştê giran buha feda kir."

Ewde El-Hisên wiha domand: "Em ê ranewestin heta ku her buhestek ji xaka me ya ku hatiye dagirkirin, rizgar bikin. Em soz didin malbatên şehîdan ku em ê parastina herêmê bikin heta ku armancên şehîdan pêk bînin."

Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ela El-Selûm axivî, îşaret bi lehengî û berdêlên ku şehîd didin kir.

El-Selûm anî ziman ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hember zehmetiyên hundirîn û derve hevgirtî bin.

Paşê wesîqeta şehadetê yên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra El-Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê her 3 şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

(bx)

ANHA