Dewleta Tirk a dagirker gundê Seyade yê Minbicê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyade yê li bakurê rojavayê Minbicê topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker gundê Seyade yê Minbicê topbaran dike
9 sibat, 2022   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyade yê li bakurê rojavayê Minbicê topbaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li eniyên şer ên li herêma Cerablusê ya dagirkirî bi domdarî topbaran dikin. Di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest didin û zirarên mezin digihêjin mal û milkên wan.

Piştî Tebaxa 2016`an anku piştî rizgarkirina Minbicê ji DAIŞ`ê bi destê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bajar û gundên wê her tim dibin hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

(şx)