Standa komkirina îmzeyan a li Minbicê bi dawî bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê standa komkirina îmzeyan ya ji bo derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê"  bi dawî kir.

Standa komkirina îmzeyan a li Minbicê bi dawî bû
8 sibat, 2022   15:14
MINBIC

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarên wê Ehmed El-Cimêlî bi beşdariya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê daxuyanî li pêş konê çalakiyê ya li qada giştî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

" Ji bo derxistina navê PKK’ê ji "Lîsteya terorê" em Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê me standa komkirina îmzeyan danîbû. Di dirêjahiya danîna standdê, bi sedan îmze hatin komkirin. Ji ber şêniyên Minbic baş dizanin ku PKK’ê ne partiyeke terorîst e ku dewleta Tirk a faşîst îdiaya wê dike.

Dewleta Tirk terorîst e û her tim hewl dide herêmên din ên Sûriyê û dewletên cîran dagir bike. Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan di 6’ê Sibata 2022’yan de ragihand ku tev li pêngavê dibin û di bernameya me de bû ku rêveberiyên sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Minbicê vexwînin ku beşdar bibin.

Em baş dizanin ku dewleta Tirk, PKK’ê partiyeke terorîst bi nav dike, da ku qetilkirina kurdan û pêkhateyên li hundirê Tirkiyê rewa bike. Ji ber ew kurd li hember tundiya ku dewleta Tirk pêk tîne serî hildidin.

Wê çalakiyên me berdewam bikin heta ku armanca xwe ya derxistina navê PKK'ê ji "Lîsteya terorê" pêk were."

(fr)

ANHA