Li Minbicê panela "Rewşa jinê..azar û dijwarî"

Bi diruşma "Rewşa Jinê..azar û dijwarî", Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Minbicê panelek li dar xist.

Li Minbicê panela "Rewşa jinê..azar û dijwarî"
Li Minbicê panela "Rewşa jinê..azar û dijwarî"
Li Minbicê panela "Rewşa jinê..azar û dijwarî"
Li Minbicê panela "Rewşa jinê..azar û dijwarî"
Li Minbicê panela "Rewşa jinê..azar û dijwarî"
Li Minbicê panela "Rewşa jinê..azar û dijwarî"
Li Minbicê panela "Rewşa jinê..azar û dijwarî"
8 sibat, 2022   15:36
MINBIC

Bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên ku li pêşiya beşdarbûna jinan di tevahî qadan de din asteng û dîtina çareseriyê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek bi navnîşana "Rewşa jinê..azar û dijwarî" li dar xist.

Endamên saziyan jinan, jinên di partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê de cih digirin beşdarî panelê bûn.

Mijara yekemîn a panelê ya ser astengiyê ku jin di qada siyasî de pê re rû bi rû dimînin, ji aliyê berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir ve hate birêvebirin.

Îbtîsam Ebdulqadir got: "Jinan nûnertiya pêşketina mirovahiyê kir, rola xwe di civakan de pêş xist. Bi destpêka şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jinan roleke pêşeng lîstin da ku armancên xwe pêk bînin, xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadên jiyanê de cihê xwe girtin. Her wiha ji bo avakirina jiyaneke bi edalet û wekhev, jiyaneke azad û demokratîk dixebite."

Îbtîsam Ebdulqadir diyar kir ku tevî hemû serkeftinên ku jinan bi dest xistine, lê hîna di çarçoveya mafên kesayetî de wekî mafê kar û mafê di hundirê malbatê de têdikoşe.

Mijara duyemîn a panelê ji aliyê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya ya Minbicê Nesrîn El-Elî ve hate şîrovekirin. Nesrîn El-Elî bal kişand ser azarên jinan di jiyana civakê de û got: "Di dîrokê de jin ji ber zihniyeta baviksalarî, urf û adetên kevar ên paşverû azar kişandin ku ji mafên wê  yên xwezayê bê par dihiştin."

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan beşdaran nêrîn  û pêşniyarên xwe anî ziman. Hate gotin ku divê li hemberî urf û adetên şaş pêngavên hişyarkirinê were destpêkirin û rola jin di qada aborî, siyasî û civakê de were pêşxistin. Her wiha bahreyên jinan werin pêşxistin û qanûnên taybet ên bi jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin pêkanîn.

ANHA