Artêşa Tirk gundewarên Dirbêsiyê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker hemwextî topbarana li dijî navçeya Zirganê, 3 gundên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê topbaran kirin. Di encamê de zirarên mezin gihaştin malên sivîlan.

Artêşa Tirk gundewarên Dirbêsiyê topbaran dike
7 sibat, 2022   12:45
HESEKÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji nav sînorên xwe û nuqteyên li ser sînor, gundên Girêşk, Bîr Ginês û Aliya yên li rojavayê Dirbêsiyê topbaran kirin. Top li zeviyên nêzî gundê Hetlî jî ketin.

Di encama topbaranê de zirar gihaşt 2 malên li gundê Girêşk, lê agaiyên berfirehtir bi dest neketin.

Her wiha dronen dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê digerin.

Berdewama agahiyan tê…

(şx)

ANHA