Dewleta Tirk bakurê Zirganê topbaran dike

Di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker bakurê rojavayê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê topbaran dike.

Dewleta Tirk bakurê Zirganê topbaran dike
7 sibat, 2022   11:16
​​​​​​​HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeya Zirganê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya sereke ya di navbera navçeya Dirbêsiyê û bajarokê Kesre ya li bakurê navçeya Zirganê topbaran dike.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker gundên Dade Ebdal û El-Bûbî yên bakurê rojavayê navçeya Zirganê û gundên Esediye û Til Ziyab ên li bakurê navçeyê topbaran dike.

(şx)

ANHA