​​​​​​​Bêrîvan Xelîl: Bombebarankirina dibistanên Şehbayê, beşek ji plana guhertina demografîk e

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê got bombebarankirina dibistanên kantona Şehba, beşek ji plana sîstematîk a guhertina demografîk a ku dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê ya dagirker dimeşîne, ye.

​​​​​​​Bêrîvan Xelîl: Bombebarankirina dibistanên Şehbayê, beşek ji plana guhertina demografîk e
​​​​​​​Bêrîvan Xelîl: Bombebarankirina dibistanên Şehbayê, beşek ji plana guhertina demografîk e
​​​​​​​Bêrîvan Xelîl: Bombebarankirina dibistanên Şehbayê, beşek ji plana guhertina demografîk e
​​​​​​​Bêrîvan Xelîl: Bombebarankirina dibistanên Şehbayê, beşek ji plana guhertina demografîk e
​​​​​​​Bêrîvan Xelîl: Bombebarankirina dibistanên Şehbayê, beşek ji plana guhertina demografîk e
​​​​​​​Bêrîvan Xelîl: Bombebarankirina dibistanên Şehbayê, beşek ji plana guhertina demografîk e
7 sibat, 2022   00:37
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker çend roj berê dibistanek li gundê Qeramil a kantona Şehba bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn û bi sedan xwendekar ji xwendinê bêpar man.

Desteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk, ji bo parastina xwendekar û mamosteyan, saetên fermî yên kar li hin dibistanên gundên li nêzî eniyên şer bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên kantona Şehbayê re, rawestand.

Hevseroka Desteya Perwerdehê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl ji ajansa me re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 3'yê vê mehê de dibistana seretayî ya gundê Qeramil ê navçeya Fafînê kir hedef û di encamê de ziyanên mezin bi dibistanê bûn.

Bêrîvan Xelîl da zanîn ku beriya 4 salan balafirên dewleta Tirk a dagirker gund û bajarokên kantona Efrînê kirin hedef û di encamê de binesazî û dibistan hatin wêrankirin.

Bêrîvan Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi balafir û topan 68 dibistanên Efrînê wêran kirine û hin dibistanên din jî veguherand cihên îşkencekirina şêniyên Efrînê û li ser dibistanên din zimanê Tirkî ferz kirin û zimanê Kurdî qedexe kir.                  

Bêrîvan Xelîl wiha dom kir: "Piştî em koçberî kantona Şehbayê bûn, me careke din dibistan vekirin û perwerdeya bi zimanê dayikê berdewam kir, lê bi armanca ku xwendekar ji xwendinê bê par bimînin dewleta Tirk a dagirker dibistan û derdora wan dike hedef."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dawiya sala 2019'an de li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê li dijî 8 zarokên ku ji dibistanê derdiketin komkujiyek pêk anîbû.

Bêrîvan Xelîl destnîşan kir ku topên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bandoreke neyinî li pêvajoya perwerdeyê ya kantona Şehba dike, bi taybet li gundên nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk re û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê.

Hevseroka Desteya Perwerdehê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl di dawiya axaftina xwe de got dewleta Tirk a dagirker bi siyaseta xwe ya sîstematîk a hedefgirtina dibistan û saziyên perwerdeyê armanc dike ku ji aliyê çandî û zanistê civakê ve tune bike, bombebarankirina dibistanan li kantona Şehba beşek ji plana wê ya ku li ser kantona Efrînê ya dagirkirî û guhertina demografîk dimeşîne, ye.                   

Desteya Perwerdehê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de dewama dibistanên gundên Qeramil- Werdiye- El-Nêrebiye- Um El-Hoş- Um El-Qura- Hirbil- hin dibistanên navçeya Til Rifet- Qerec û hin dibistanên li navçeya Şêrawa rawestand.

(dx)

ANHA