Kongra Star a herêma Efrînê meşek li dar xist

Kongra Star a herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Kongra Star a herêma Efrînê meşek li dar xist
Kongra Star a herêma Efrînê meşek li dar xist
Kongra Star a herêma Efrînê meşek li dar xist
Kongra Star a herêma Efrînê meşek li dar xist
Kongra Star a herêma Efrînê meşek li dar xist
Kongra Star a herêma Efrînê meşek li dar xist
3 sibat, 2022   12:50
ŞEHBA 

Bi dehan endamên Kongra Star û şêniyên kampa Serdem, îro li kampa Serdemê a girêdayî navçeya Ehdas ya kantona Şehbayê kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Di meşê de endama Koordînasyona Kongra Star Gulê Mihemed axivî û got: " Em şehîdên pêngava Gurzê Gelan bi bîr tînin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin."

Gulê Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ku gelê Kurd qir bike, her tim planên qirêj li dijî wî pêk tîne. Lê gelê Kurd li  hember wan pêlanan li ber xwe dide û wan planan têk dibe.

Endama Meclîsa kampa Serdem Emel Qehreman jî got, plana dewleta Tirk a yekemîn li ser rêber Apo û ya duyemîn jî li ser Efrînê bû. Niha jî li ser Hesekê ye."

Emel di dawiyê de got, li Hesekê 121 şervan şehîd bûn û kezeba bi hezaran kesî şewitî, zarokên wan sêwî man, lê bila dewleta Tirk baş bizanibe ku tu carî îradeya gelê Kurd naşike."

ANHA