Salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran li Şehba û Tirbespiyê hat bibîranîn

Meclisa Jina Azad û Kongra Star salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran bi bîr anî û destnîşan kir ku Viyan xeta têkoşîn û berxwedanê temsîl dike.

Salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran li Şehba û Tirbespiyê hat bibîranîn
Salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran li Şehba û Tirbespiyê hat bibîranîn
Salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran li Şehba û Tirbespiyê hat bibîranîn
Salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran li Şehba û Tirbespiyê hat bibîranîn
Salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran li Şehba û Tirbespiyê hat bibîranîn
Salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran li Şehba û Tirbespiyê hat bibîranîn
Salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran li Şehba û Tirbespiyê hat bibîranîn
Salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran li Şehba û Tirbespiyê hat bibîranîn
2 sibat, 2022   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran Meclisa Jina Azad a kantona Şehbayê merasîmek li dar xist û sînefizyonek girêdayî jiyana Viyan Soran û nameya wê da pêşandan.

Bi dehan endamên saziyên sivîl ên girêdayî kantona Şehbayê li hola şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn.

Di semînerê de, sînefizyonek têkildarî jiyana têkoşeran li çiyayên Kurdistanê û berxwedana wan a li hember dewleta Tirk a dagirker hat pêşendan.

Piştre endama rêveber a Meclisa Jina Azad a kantona Şehbayê Necah El-Hisên nameya şehîd Viyan Soran xwend ku ji rêber Abdullah Ocalan, Hêzên Parastina Gel, Yekîneyên Jina Azad-Star û malbata xwe re şandibû.

Girêdayî heman mijarê li navçeya Tirbespiyê Kongra Star semînerek li dar xist.

Semîner li hola şehîd Cahîde Ronak a li rojhilatê navçeyê li dar ket. Bi dehan şêniyên navçeyê tê de bşedar bûn.

Di semînerê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mîdye Hisên axivî û behsa kurtejiyana şehîd Viyan kir.

Mîdye destnîşan kir ku bi saya fedekariyên jinan li hember zulmê, dê têkoşîna jinan bi azadiyê tacîdar bibe. Viyan di şoreşa jinan de pêşeng bû û xeta têkoşîn û berxwedanê temsîl kir.

Di dawiyê de Mîdya Hisên soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

(şx)

ANHA