Artêşa Tirk bi çekên Giran gundewarên Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker ji baregeha Şêx Nasır ve gundên Yalnlî û Seyade bi top û hawinan hedef digirin.

Artêşa Tirk bi çekên Giran gundewarên Minbicê topbaran dike
2 sibat, 2022   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbic û Gundewarên wê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ve 19 hawin û topan gundên Yalinlî û Seyade topbaran dikin.

Li gorî meclisê dagirkeriya Tirk gundê Seyade bi 14 hawin û gundê Yalinlî bi 5 hawinan topbaran kirin.

(fr)

ANHA