​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê: Em bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne

Şênî û endamên meclisa herêma Rojhilat ya rojhilatê Dêrazorê ragihand ku ew piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD`ê dikin. Her wiha êrişên DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Sînaa şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê: Em bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne
2 sibat, 2022   09:33
DÊRAZOR

Şênî û endamên meclisa herêma Rojhilat ya rojhilatê Dêrazorê li hember êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Bi dehan şêniyên bajarokê Giranîç, endamên meclisa herêma rojhilat, rûspiyên rojhilatê gundewarê Dêrazorê, endamên meclisên herêmî û leşkerî yên herêmê tev li çalakiyê bûn ku li pêşiya avahiya ewlehiya giştî ya bajarokê Giranîç li dar ket.

Di çalakiyê de rûspiyê êla Şiêtat Sabit El-Hemûd axivî û got: “Em ê ewlehiya xwe ji hemûyan biparêzin. Em li dijî hemû êrişên terorîst ên li dijî herêmên me ne.”

El-Hemûd wiha domand: “Em amade ne tevî ciwan, zarok û jinan li pêşiya hemû xeteriyan bisekinin.”

Di dawiyê de Sabit El-Hemûd got: Em bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne,

Di çalakiyê de bi navê Meclisa Herêma Rojhilat daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Serkeftina ku QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk aniye, ji bo hemû komên terorîst di sêrî de DAIŞ`ê peyam e.

Êrişên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran, planeke terorîst e û bi finanseya dewleta Tirk û hevkariya hikumeta Şamê pêk hat. Armanc jî şikandina vîna şervanên me yên leheng in.

Lê gelê me yê bêhempa, rûspî, ciwan û jinan xwedî li QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn derketin û peyameke diyar dan alîgirên terorê.

Em hevgirtina pêkhateyên herêmê silav dikin. Wan xwest bi van êrişan, Rêveberiya Xweser lawaz bikin ku nikare gelê xwe biparêze. Lê hêzên me yên leheng û pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Asûr û Turkmen, ew komplo têk bir û rûyê wan li pêşiya cîhanê eşkere kir. Ev serkftin ji bo hemû pergalên dijberên projeya neteweya demokratîk peyameke xurt bû.

Hûn nikarin vîna hêzên me têk bibin, ji ber ku gel bi Rêveberiya Xweser, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ye.

Em vê serkeftinê li hêzên xwe yên leheng pîroz dikin ku planên çavnebaran têk bir.”

(şx)

ANHA