ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2022
2 sibat, 2022   00:00

-Şêniyên Dêrikê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarê Dêrikê, Mexmûr û Şengalê meşekê li dar dixin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şênyên navçeya Amûdê 5 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan li goristana Şehîd Îsmaîl oxir dikin, saet 09:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajaraê Qamişlo bajarê Qamişlo cenazeyên 11 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan li goristana Şehîd Delîl Saroxan vedişêrin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derfetên xwe nobetê digirin, ewlehiya xwe dabîn dikin û piştgiriya hêzên ewlehiyê dikin. Desteya Hundirîn diyar kir ku bendewariya wan ji gel ew e ku dema rewşeke awarte çêbû, wan agahdar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîran û oldarên bajarê Helebê îşaret têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên herêmê de kir û diyar kir ku hêzên dijberî Rêveberiya Xweser biratiyê dikin hedef. Her wiha banga xurtkirina yekitiyê li hember komployan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê  bîlançoya meha Çile ya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li kantona Efrînê eşkere kir û bang li aliyên hiqûqî û mirovî kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hec Îsa rêbaza ku hikumeta Şamê li hember çareserkirina krîza Sûriyê pêk tîne red kir û da zanîn ku danûstandina bi krîzê re bi nêrîna ewlehî nakeve xizmetî çareseriyê û "lihevkirin" fitne ye û tu sûdê nade xebatên siyasî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso diyar kir ku dewleta Tirk binkeftina DAIŞ'ê ya li girtîgeha Sînaayê tehemul nekir ji ber vê yekê êrişên xwe zêde kir. Hiso bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li derdora xeta berxwedanê kom bibin û destekftiyan biparêzin. (BI WÊNE).

- Cîgira serokê Komîsyona Azadiyên Olî ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî Nadine Maenza got “Heke civata navneteweyî vegerandina çekdarên DAIŞ'ê yên biyanî red bike yan jî mekanîzmayên qanûnî ji bo darizandina wan ava neke, divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bike da ku van dozan çareser bike." (BI WÊNE).

- Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê da zanîn ku hîna xeteriya DAIŞ’ê heye û zêdetir dibe û bang li civata navneteweyî kir ku li hember dosyaya darizandina çeteyên DAIŞ’ê bi erka xwe rabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên ji Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, hesabxwestinê ji dewleta Tirk û derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê'' kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Viyan Soran bi diruşma "hûn nikarin roja me tarî bikin" li hemerî siyasetên înkarkirinê yên li ser gelê Kurd û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û şehîd bû. Viyan Soran bi vê çalakiya xwe mîrateyeke ji têkoşîna azadiyê li pey xwe hişt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA