Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê bang kir: Dijî êrişan rabin ser xwe

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Piştî êrişê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yusif Kara bang li hemû raya giştî û Kurdan kir da ku dijî êrişan xwedî helwestek rast bin.

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê bang kir: Dijî êrişan rabin ser xwe
1 sibat, 2022   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker  Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama bombebarana balafiran de gelek birîndar hene, lê hejmar nayê zanîn.

Li ber derê Nexweşxaneya Şehîd Hogir ya wargehê daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yusif Kara ve hate dayîn.

Kara di destpêka axaftina xwe de ragihand hemwext dewleta Tirk a dagirker êrişî wargeha Mexmûr, Şengal û Kobanê kirye. Kara êrişan bi tundî şermezar kir û got; “Hevkarên wan û xayîn şirîkên wanin. Ev êriş derdora wargehê pêk hatiye, birîndarên me hene, lê hîn hejmar nediyare.

Yusif Kara got ku niha balafirên keşfê li ser wargehê digerin û ev bang kir; “Em bang li raya giştî, taybet Kurdên bi şeref dikin, li hemberî van êrişane xwedî helwestek rast bin. Di nava çalakiyan de bin, em êdî vê zilm û dagirkeriyê qebûl nakin. Em ê li ser piya bin.”

Kara di dawiyê de ragihand ku beriya êriş li ser wargeha Mexmûrê pêk were, ceyrana wargehê hate qutkirin û got; “Ev ne tesadûfe, ceyran beriya êrişê hate qutkirin. Pitşî wê carek din hate berdan. Divê her kes rabe ser xwe.”