Nivîskarekî yemenî li ser berbelavbûna şerê Yemenê li dewletên herêmê hişyarî da

Piştî Erebistana Siûdî êrişên koma Ensarullah El-Hûsî ya Yemenê li Îmaratê belav bûn. Girêdayî mijarê nivîskar û rojnamegerê yemenî Mehmûd El-Tahir hişyarî da û got dê ev rageşî berfireh bibe û li tevahî dewletên herêmê belav bibe.

Nivîskarekî yemenî li ser berbelavbûna şerê Yemenê li dewletên herêmê hişyarî da
1 sibat, 2022   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN - ŞEYMA ELÎ

Piştî "Lîwayên El-Emalîqe" ya Îmaratê destwerdan li şerê li Yemenê yê di navbera artêşa Yemenê ya bi desteka Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî û koma Ensarullah El-Hûsî ya bi desteka Îranê de kir, hevsengiyên şer li gorî berjewendiyên artêşa Yemenê zîvirîn.

Lîwayên El-Emalîqe di destpêka vê Çileyê de ji bo piştevaniya hêzên hikumeta Yemenê destwerdan kir û li hember koma Ensarullah sekinî û di dirêjahiya 10 rojan de tevahî herêmên li parêzgeha Şibwe ya tê de petrol heye, kontrol kir. Ew yek jî piştî çend mehan ji şerê di navbera artêşa Yemen û Hûsiyan de pêk hat.

Di 10’ê vê Çileyê de Lîwayên El-Emalîqe ragihand ku wê tevahî gerînendetiyên li parêzgeha Şibwe kontrol kirine. Dûre Lîwayên El-Emalîqe cara yekemîn tev li eniyên şer ên li parêzgeha Meirêb a pertolê bû ku koma Ensarullah ji salekê ve êrişî wê dikin. Da ku wê parêzgehê bixin bin kontrola hêzên hikumetê.

LÎWAYÊN EL-EMALÎQE KÎ NE?

Lîwayên El-Emalîqe yên artêşa Yemenê di 1971’an de hatin avakirin. Lîwa ji komên cur bi cur ên bi çek û şaxên sereke yên artêşê pêk tê. Lîwaya 20’an ji lîwaya herî girîng a Lîwayên El-Emalîqe bû.

Di dirêjahiya çend salan de navenda sereke ya Lîwayên El-Emalîqe li parêzgeha Zîmar a başûrê paytexta Senaayê bû, dûre veguhastin parêzgeha Beydaa. Di şerê 1994’an ê di navbera bakur û başûrê Yemenê de Lîwayên El-Emalîqe operasyonên şer li eniyên rojhilatê parêzgeha Edenê bi rê ve birin û parêzgeha Ebîn kontrol kir û ji aliyê rojhilat ve bi ser Edenê de girt û balafirgeha Edenê kontrol kir û piştre herêmên mayî yên başûr ketin destê hêzên bakur.

Ev hêza ku lîwa cuda dikir, hişt ku serokê Yemenê Elî Ebdullah Salih ku di 4’ê Kanûna 2017’an de hata suîqastkirin, lîwa ber bi goşeya bakur ve biçe. Bi wê yekê re û piştî çend salan ev lîwa hate hilweşandin û tenê di dema destpêka şoreşa Yemenê ya li dijî Salih a 2011’an de Lîwaya 29’an ma.

Piştî derbeya Hûsiyan a li dijî hikumeta Yemenê di Îlona 2014’an de, Erebistana Siûdî serkêşiya Koalîsyona Erebî kir ku di Adara 2015’an de destwerdan kir ku desteka hikumetê bike. Lê dema ku Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî Eden kontrol kir, endamê koalîsyonê Îmaratê hêzek ava kir û navê wê kir "Hêzên Hîzam El-Emnî". Ew hêz destpêkê ji komîteyên herêmî yên ji çalakger û berxwedêran bû da ku parastina Edenê bikin û herî kêm îstîqrarekê tê de çêkin.

Îmaratê ew tecrube ji Edenê li tevahî parêzgehên başûr belav kir, ji wan jî Lehec. Li vir Lîwayên El-Emalîqe bûn dendika xurt a hêzên Hîzam El-Emnî ku baskê leşkerî yê meclisa demkî ya başûr a bi desteka Îmaratê bû.

Bi wê yekê re Lîwayên El-Emalîqe bûn sembola hêzên başûr ên bi desteka Îmaratê. Ew jî piştî ku li bakur bingeh damezirand û beşdarî têkbirina qutbûna başûr di salên 1990’î de bû, pêk hat.

Niha Lîwayên El-Emalîqe ji 12 lîwayan pêk tê û tê de nêzî 30 hezar çekdarên ku di astên bilind de perwerde dîtine, hene û çek û cebilxaneyên wan ên herî nûjen in.

ÎMARAT Û EREBISTANA SIÛDÎ DI HEDEFA HÛSIYAN DE NE

Serweriya artêşa Yemenê li ser parêzgeha Şebwa û pêşveçûna ku li parêzgeha Maireb bi dest xist bû sedem ku koma Ensarellah El-Hûsî hêrs kir.

Êrişa yekemîn di 17`ê Çileyê de bû ku komê agahiyên derbarê operasyonê ku li Îmaratê pêk anî de, belav kir.

Komê di daxuyaniyê de got wan operasyoneke leşkerî ya serkeftî bi navê Tofana Yemenê pêk anî û tê de hejmarek ji baregehan li Îmaratê kir hedef.

Li gorî daxuyaniyê ku di operasyonê de balafirgeha Dubey û Ebû Debî bi 5 moşekên balastîk û hejmarek ji balafirên bêmirov hatin topbarankirin.

Êrişa duyemîn di 24`ê Çile de hate kirin. Îmarat ragihand ku bersiva du moşekên balastîk li asîmanê xwe dan û got hûsiyan ber bi xaka wê ve berdane. Her wiha destnîşan kir ku di encama her du moşekan de tu ziyanên mirovî çênebûn û bermahiyên moşekên balastîk ku bersiva wan hate dayîn û rûxandin li herêmên cûda li derdora Ebû Debî ketin.

Bi vê êrişî re, Riyad ragihand ku di encama ketina moşekên balastîk de ku ji aliyê hûsiyan ve li ser Cazan a başûrê Erebistana Siûdî ketin e, du kes birîndar bûn.

Êrişa 3`yemîn di 30`ê Çileyê borî de pêk hat. Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku sîstema wê ya hewayî bersiva moşekeke balastîk ku ji aliyê koma El-Hûsî ve ber bi dewleta wan ve hate berdan da. Di encama wê de tu ziyan çênebûn û bermahiyên moşekê li derveyî herêmên ku sivîl di wan de dijîn ketin. Her wiha hêzên asîmanî û fermandariya Koalisyonê baregeh û cihê avêtinê li Yemenê piştî ku baregehên dijber hatin diyarkirin, hilweşandin.

Li gorî çavdêran ku şerê li Yemenê piştî êrişa El-Hûsî li dijî Îmaratê dê derbasî pêngaveke nû bibe.

ŞERÊ BALAFIRÊN BÊMIROV; REWŞEKE NÛ LI HERÊMÊ

Derbarê peyamên hûsiyan ku Erebistana Siûdî û Îmaratê kirin hedef de, nivîskar û rojnamegerê yemenî Mehmûd El-Tahir ji ANHA`yê re wiha axivî: "Ez wan weke peyam nabînim. Lê belê dema ku komke ne dewlet be û li gel wê çekên weke moşekên balastîk yan jî balafirên bêmirov hebin, ew rastiya mezinbûna xeteriyê ye. Ev yek jî hişyariya piranî çavdêrên rewşa Yemenê dişopînin misoger dike, heke qad ji hûsiyên li Yemenê re ma dê çawa bixwazin, bijîn. Ew êrişên ku Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî Yekbûyî bi terorîstê wesif kirine dê rewşeke nû be."

Mehmûd El-Tahir wiha pê de çû: "Ew êriş nîşane dide ku ew ê li dijî hemû dewletên herêmê were kirin. Aramî û ewlehiya navneteweyî dê xirab bike ku heger terora mezin dibe, neyê têkbirin."

Têkildarî armancên hûsiyan ji berfirehkirina êrişên li dijî dewletên ku beşdarî şerê Yemenê bûne da ku destekê bidin hikumeta itîraf pê hatiye kirin El-Tahir ev tişt anî ziman: "Ez texmîn nakim ku armancên siyasî yên hûsiyan hebin ku dixwazin pêk bînin. Heger hebin jî dê ev operasyon pêk neanîbana. Ji ber dê pêşeroja wan a siyasî û leşkerî bidawî kiriba. Ev jî piştî ku ew weke komeke terorîst hate danesîn. Wan êrişan hişt ku gelek dewletên têkildarî rewşa Yemenê xwe didin aliyekî, xeteriya hûsiyan li ser herêmê nas bikin, bi rewabûna Yemenê û Koalîsyona Erebî re hestiyar bin."

‘ÊRIŞ DÊ BANDORÊ LI HUNDIRÊ ÎMARATÊ NEKIN’

Girêdayî hişyariya ewlehiyê derbarê Yemenê de, balyozxaneya Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe ku di asteke bilind de hişyar bin.

Ji Capital Economics, James Swanston got zêdebûna êrişan di tûrîstên ku plana serdana li Îmaratê dikin, aciz bikin û çi derbeyên mezin li ser avahiyên derxistina petrola dewleteke di endama rêxistina OPEC de dê xeteriyeke mezin li ser berhemdayîna giştî çêbike.

Derbarê bandora êrişên hûsiyan li hundirê Îmaratê û beşa tûrîzmê de El-Tahir ev tişt got: "Ez texmîn nakim dê bandorekê li ser hundirê Îmaratê bike. Hîna xebata li wir di asteke bilind de ye û hejmara gera balafiran ku berê xwe didin Îmaratê berdewam in û bi paş de neçûne û çalakî ranewestîne."

El-Tahir wiha domand: "Me dît ku Îmaratê ew êriş têk birin, ji êrişa dawî de, tu balafir an jî moşek nehatine û hemû jî beriya bikevin ware asîmanî ya Îmaratê tên têkbirin. Bi wê yekê kapesîteya Îmaratê derket holê ku ew dikare asîman û berjewendiyên xwe biparêze. Lê belê sûc ji hestiyariya cîhanê wergirt û nêrîna dewletan ji hûsiyan re ku komeke siyasî ber bi komeke terorîst ve guhart."

Girêdayî mijarê serokê Amerîka Jeo Biden wiha got: "DYA’yê lêkolîn dike ku hûsiyên yemenî careke din bixe lîsteya komên terorîst."

LIHEVKIRINEKE NAVNETEWEYÎ

Tevî pêşdeçûnên erênî yên dawî di têkiliyên Tehran bi Ebû Debî re, ev hedefgirtin ji aliyê Husiyan ve pêk tê. Ji ber şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îmaratê Tehnon Bin Zayid Al Nehyan di Kanûna par de bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hempîşeyê xwe Elî Şemxanî re li Tehranê civiya.

Kanala îranî piştî civînê li ser zimanê Şemxanî ragihand ku têkiliyên germ ên di navbera her du welatan de yên girîng in û divê bi dewletên din bandorê nebin. Mebest jê DYA`yê û Îsraîlê ne.

Rayedarê îmaratî bi serokê îranî Îbrahîm Reîsî re civiya û serokatiya Îranê bi daxuyaniyekê daxuyand ku Reîsî, normalîzekirina têkiliyên bi Îmaratê re, di nav de qada aborî qebûl kir.

Reîsî got, divê di peywendiyên her du welatên misilman Îran û Îmaratê de astengî dernekevin û nekevin bin bandora fermanên biyaniyan.

Têkildarî bandora hedefgirtina koma Ensarullah ji Yemenê re û li ser têkiliyên Îmarat û Îranê, ji ber ku ya dawî piştgiriya Husiyan dike, Tahir wiha axivî: "Ez texmîn dikim ku bandorên vê yekê yên yên mezin hene, behsa lihevkirinên navneteweyî tê kirin, belgeya Husiyan bi dawî bû û divê bi dawî bibe, li aliyekî din jî di pratîkê de tevgerek heye ku diyalogên siyasî yên bi Husiyan re qediyaye. Ji lewma kiryarên ji aliyê nûnerê amerîkî yan jî enteryonalîst ê Yemenê yan jî liv û tevgera Qeter-Îranê, bi armanca rizgarkirina Husiyan e. Ji ber ku êrişên li ser Îmaratê, ji siyasî zêdetir mijarên leşkerî digirin nav xwe."

‘LIV Û TEVGERA NAVNETEWEYÎ TEMENÊ ŞERÊ YEMENÊ DIRÊJ DIKE’

Hefteya borî NY`yê aliyên bi nakok ên li Yemenê li ser tevlêbûna bêyî şert û mercan a ji kar û xebata tê kirin re, hişyarî dabû. Ev xebat dê bi hemû aliyan re were kirin da ku vebijêrkên sivikkirina rageşî û destpêkirina diyalogekekê giştî lêkolîn bikin.

Di daxuyaniya hevpar a nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê Hans Grundberg û Koordînatorê Kar û Barên Mirovî li Yemenê David Grisley de ev hate ragihandin: "NY`yê li ser lêgerîna li vebijêrkên bi armanca sivikkirina şer û destpêkirina diyalogan, bi hemû aliyan re têkiliyan çêdike û dixwaze bi rêya danûstandinê bigihêje çareseriyeke siyasî da ku şer bi temamî bi dawî bibe."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em bang li hemû aliyan dikin ku bêyî şert û mercan tev li kar û xebatê bibin, di heman demê de em bang li aliyan dikin ku destpêkê hewcedariyên gelê Yemenê bi cih bînin."

Têkildarî bandora vê rageşiyê li ser kar û xebata neteweyî ya bi armanca agirbestê û çareseriya aloziya Yemenê, nivîskar û rojnamevan Mehmûd Tahir wiha axivî: "Axaftina li ser kar û xebata siyasî ya bi armanca çareseriya aloziya Yemenê, pêkenok e û temenê şer dirêjtir dike."

Di dawiyê de Tahir anî ziman ev 7 sal e serdan çêdibin û diyalog li dar dikevin, lê encamê nagirin, berovajî vê yekê temenê şer dirêjtir dikin û azara gelê Yemenê zêdetir dikin.

(fr-bx-eh)

ANHA