​​​​​​​QSD’ê Encama Hemleya Gurzê Gelan eşkere kir

QSD: DAIŞ`ê hêza xwe di serî de ji dewleta Tirk, ji hin hêz û dewletên herêmê digire.

​​​​​​​QSD’ê Encama Hemleya Gurzê Gelan eşkere kir
31 ÇILE, 2022   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD bi daxuyaniyek eşkere kir ku êrîşa li hember zindana sinaa ji aliyê çeteyên ku li serêkaniyê ya di bin dagirkeriya dewleta tirk û hin çeteyên ku ji ıraq’ê hatine ve pêk hatiye. QSD’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku DAİŞ piştewaniya xwe di serî de dewleta tirk ji hin hêzên herême digire.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de balkişand armanca êrîşê û got ku, “Li gorî belgeyên ku hatine bi dest xistin û li gorî îtirafên berpirsiyarên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, derkete holê ku heger plana wan ya li ser girtîgeha Sinaa a Hasekê bi ser biketana, wê him êrişî taxên dîtir yên Hasekê bikirana û him jî wê li cihên wekî Hol, Şeddadê û Dêrezorê êrişên hemwext û hewildanên planê berfireh bixistana meriyetê û bi vî awayî wê DAÎŞê xîlafeta xwe ya qaşo Dewleta Îslamî a Duyemîn îlan bikirana.”

QSD’ê di daxuyaniya de ji bo gelê Hesekê jî spas kir ku li gel hêzên parastinê tevlî berxwedanê bune û bang kir ku hemû gelê herêmê li hember êrîşên bi vî şeklî xweparastina xwe xurttir bike.

Daxuyaniya QSD îro li bajarê Hesekê ji aliyê endama fermandariya giştî ya QSD newroz ahmed ve bi daxuyaniyekî bi ragihandinê re hate parvekirin. Di daxuyaniyê de endamê fermandariya giştî ya hêzên ewlekariya hundirîn Siyamend Welat û endamê fermandariya giştî ya QSD Mehmut Berxwedan jî amade bûn.

PLANA DAİŞ EW BU KU PİŞTÎ ZÎNDANÊ ÊRİŞÎ SAZİYÊN RÊVEBERİYA XWESER BİKİN

Di dîroka 20.01.2022an de, saet 7ê êvarê êrişekî berfireh û plankirî ê terorîstên DAÎŞê li ser girtîgeha Sinaa a li Hasekê ya ku bi hezaran girtiyên DAÎŞê lê dimînin çêbû. Gelek grubên çeteyên DAÎŞê yên xwekûj ji derve de tevlî vê êrişê bûn. Di dema êrişê de, destpêkê wesayîtekî teqemeniyê li ber deriyê girtîgehê ya derve xwe teqand û ji 3 milan ve jî êrişî ser girtîgehê kirin û di heman demî de jî xwestin ku kontrola girtîgehê bi dest bixin da ku hêzên QSDê yê ku mûdaxeleyê cihê êrişê bike derbe bikin. Di heman demî de bi hezaran çeteyên di hûndirê girtîgehê de jî êrişî ser karmendên girtîgehê û ewlekariya hûndirîn yê girtîgehê kirin. Her weha qamyonek tije çek û cebilxane jî nêzî deriyê girtîgehê kirin da ku girtiyên DAÎŞê dema ku ji girtîgehê derkevin bikaribin xwe bi çek bikin û heger ev plana wan bimeşiya wê êrişî Taxa Xwêran û her weha Taxa Zixûr û hin saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî yên li herêmê bikirana. Amadekarî û planê wan li ser vî esasî bû.

HEVALÊN ME Bİ QEHREMANÎ BERSİV DAN ÊRÎŞAN

Cardin ji bo piştgirî û bingeha êrişê, li taxên wekî Xwêran û Zixûr di hindek malan de sixinaq hatibûn kolandin û bi vî awayî zemînekî ji bo serkeftina vê planê xwestibûn amade bikin. Lê belê di serî de şervanên parastina girtîgehê û hêzên me berxwedaniyekî bi qehremanî nîşan dan û di serî de jî hevalê Cemal Kobanê û hevalê Akîf yên ku rêveberiya ewlekariya girtîgehê bûn, bi qehremanî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Van hevalên me hiştin ku planê DAÎŞê bi sûrat û lezgîniya ku hatiye plankirin nemeşe û planê wan asteng bibe. Dûv re jî hêzên me yên QSDê û Asayîşê yên li herêmê bi lezgînî mûdaxele kirin û bi rêbazekî rêxistinkirî û bi sûrat girtîgeh xistin dorpêçê. Cardin derdora avahiyên zanîngehê yên ku bi dîwarê girtîgehê ve ye jî xistin dorpêçê. Ji ber ku di encama kûnkirina dîwar de hinek DAÎŞiyên ku ji girtîgehê reviyabûn xwe gihandibûn van avahiyan. Ji bo vê derdora wan avahiyan jî hate dorpêçkirin.

OPERASYONA GURZÊ GELAN REWŞ KET BİN KONTROLA ME

Ji aliyê din ve jî derdora Taxa Xwêran bi giştî û taxên derdorê jî hatin kontrolkirin û piştî vê gavê êdî êrişa dijber ji hêla hêzên me ve dest pê kir. Di çarçova Pêngava bi navê Gurzê Gelan êrişekî paqijkirinê li hember DAÎŞê him li derdora girtîgehê û Hasekê û him jî li giştî herêmên wekî Dêrezor û Reqqayê hate destpêkirin. Hêzên QSDê û Asayîşê bi wêrekiyeke mezin û bi pisporî çûne ser van grubên çete yên êrişkar û piraniyên wan hatin tunekirin û herwiha hin çeteyên ku ji girtîgehê çek bi dest xistibûn jî hatin bê bandorkirin.

Di encamê de cardin ev girtî hemû ketin bin kontrolê û derbasî girtîgehekî cûda hatin kirin. Ji bo zerar negihîje mal û canê gel û hemwelatiyên me yên li Hasekê, cardin ji ber ku DAÎŞê ew zarokên di girtîgehê de ji xwe re kiribûn wekî mertal, ango ji ber van her du sebeban hêzên me bi bêhnfirehî û bi hişyariyekî mezin tevgeriyan û di encam de vê yekê hişt ku hinekî wext biçe. Di encamê de ji ber qehremantiya şervanên parastina girtîgehê yên di bin fermandartiya hevalê Cemal Kobanê de li ber xwe dan û bi sûrat mûdaxelekirin û destpêkirina pêngava paqijiya Hasekê rewş kete bin kontrolê û ev plana DAÎŞê têk çû.

PLAN BERFİREH BÛ

Bê guman ev êrişa DAÎŞê ne êrişekî ji rêzê bû. Ev êriş di encama planekî berfireh û demdirêj de pêş ket. Li gorî belgeyên ku hatine bi dest xistin û li gorî îtirafên berpirsiyarên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, derkete holê ku heger plana wan ya li ser girtîgeha Sinaa a Hasekê bi ser biketana, wê him êrişî taxên dîtir yên Hasekê bikirana û him jî wê li cihên wekî Hol, Şeddadê û Dêrezorê êrişên hemwext û hewildanên planê berfireh bixistana meriyetê û bi vî awayî wê DAÎŞê xîlafeta xwe ya qaşo Dewleta Îslamî a Duyemîn îlan bikirana. Ango plana êrişa li dijî girtîgeha Sinaa ne tenê êrişekî lokal,an bi girtîgehê ve sînordar bû, an jî ev êriş ne tenê ji bo rizgarkirina çend çeteyên girtî bû. Xwestin vê bêxin destpêka êrişekî mezin li ser herêmê û carekî din terora kûştinê û demekî tarî û reş li ser gelên herêmê ferz bikin û bidine jiyankirin. Lê belê ev plana DAÎŞê bi fîyaskoyekî mezin bi dawî bû û cardin dîmenên wekî Baxozê ku bi girseyî neçar mabûn teslîmî hêzên me bibin derketin holê û rewş bi temamî kete bin kontrolê. Hêzên QSD carekî din cesaret, hişyarî û qabîliyeta xwe ya lêdanê û îrada xwe ya serkeftinê bi awayekî herî xûrt nîşan da û hawa û rûhekî serkeftinê ji bo hemû gelê herêmê da çêkirin û da îspatkirin ku layiqê hêvî û baweriya gelê xwe ye.

ÇETE Jİ SERÊKANİYÊ Û IRAQÊ HATİN

Bê guman ev plana DAÎŞê berfireh bû û tenê ne êrişekî mahallî bû. Li gorî agahiyên di destê me de û li gorî îtirafên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, qismek ji çeteyên êrişkar ji herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Til Ebiyadê hatibûn, qismek jê jî ji hêla İraqê hatibûn taqwiyê û esas plan û koordînekirina vê êrişê, li gorî ku hatiye tespîtkirin li derveyî sînorên Suriyê hatibû çêkirin.

BERPİRSYARTİYA ÊRÎŞA DAÎŞ HERÎ ZÊDE Lİ SER DEWLETA TİRK E

Bê guman ev êrişa DAÎŞê ji nişkê ve çênebû. Piştî serkeftina Baxozê a mezin, di aliyê coxrafîk de DAÎŞ tune bûbû, lê belê DAÎŞ xwe ji nû de ava kir û li gorî şert û mercên nû xwe birêxistin kir û her tim xwest cardin vegere hêza xwe ya berê û tirs û xofekî terorê li ser civakê û gelên herêmê çêbike. Her timî hewildanên xwe yên êrişê hebûn û hêzên me, bi taybet li herêmên wekî Dêrezor, Reqqa û Şeddadê û li xeta sînorê İraqê ev zêdeyî sê salane ku têkoşînekî dijwar li hember DAÎŞê dimeşîne. Heger DAÎŞ karîbûye heta niha xwe li ser lingan bigire û hîna dikare hêza xwe ya çalakiyan û êrişê ava bike, ev yek ji ber xwe sipartina şert û mercên siyasî digire û cardin ev yek bingeha xwe bi şiklekî dîrekt an jî endîrekt ji alîkariya hin hêzên herêmî û hin dewletan digire. Di vî alî de rola dewleta Tirk ya herî zêde ye. Ango berpirsiyartiya dewleta Tirk ya ji ber êrişa DAÎŞê a li ser girtîgeha Sinaa û ya ji ber berdewamkirina DAÎŞê, berpirsiyartiya herî zêde ye. Ji ber ku êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê û tehdîdên wî yên daîmî, him moral dide DAÎŞê û him jî zemînekî ku DAÎŞ ji xwe re xwe bi rêxistin bike û nefes bistîne derdixe holê. Her weha herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Til Ebiyadê jî zîvirîne wekî herêmên herî bi ewle û herî parastî ji bo DAÎŞê da ku xwe birêxistin bike û xwe perwerde bike. Jixwe hinek êrişkarên ku di êrişa li ser girtîgeha Sînaa de cih girtine, ji van herêman hatibûn. Di vî alî de berpirsiyartiya dewleta Tirk heye.

BARÊ TÊKOŞÎNA Lİ HEMBER DAÎŞ’Ê Lİ SER QSD Û RÊVEBERİYA XWESER HİŞTİN

Ji hêlekî din de hevkariyekî baş di navbera QSD û Hêzên Koalîsyona Navdewletî a li dijî DAÎŞê de heye. Têkoşîna li dijî DAÎŞê heta astekî baş jî têye meşandin, lê belê bi taybet piştî têkçûna DAÎŞê a di aliyê coxrafîk de, bi hezaran girtî û bi deh hezaran malbatên wana yên li Qampa Holê weke barekî tenê li ser QSDê û Rêveberiya Xweser hatin hiştin û vê êrişa dawî jî da diyarkirin ku DAÎŞ hîna xeteriyeke mezine û ne tenê li ser ewlekariya herêmên me, her weha xeteriyeke mezine ji bo ewlekariya hemû cîhanê. Vê êrişê carekî din derxiste holê ku pêwiste alîkarî û desteka cîhanî, bi taybet yê koalîsyona navdewletî yê ji bo QSDê û Rêveberiya Xweser, him di aliyê askerî de, him di aliyê teknîkî de û him jî di aliyê siyasî de hîn xûrttir çêbe û îhtiyacî bi vê yekê jî heye. Ev berpirsiyartî, di têkoşîn û şerê li hember DAÎŞê de û her weha di çareserkirina pirsgirêkên malbatên wan de, di navbera QSDê, Rêveberiya Xweser û koalîsyona navdewletî de berpirsiyartiyekî mûştereke.

KAMPA HOLÊ WEK BOMBEYEK KU PÎMÊ HATİYE KİŞANDİNE

Cardin vê êrişêde xûyakirin ku pêwiste ji bo Qampa Holê çareseriyên bingehîn bêne peydakirin ku ev qamp wekî bombeyekî ku pîmê wî hatiye kişandine. Her weha pêwîstî heye ku ji bo darizandina bi hezaran terorîstên DAÎŞê yên girtî zemînekî mahkemê yê navdewletî bê avakirin û çareserkirina van pirsgirêkan çiqasî dereng bikeve wê ewqasî DAÎŞ ji vê yekê feyde bibîne.

EM Jİ BO GELÊ HESEKÊ SPAS DİKİN

Di serî de gelê me yê Hasekê bi giştî, bi Erebên xwe, Kurdên xwe, Suryan û Asuriyên xwe ve û bi taybet jî yên Taxa Xwêran, Zixûr, Neşwe û hemû taxên din yên bajar, di hûndirê vê heftiya bihûrî de alîkariyekî mezin bi hêzên QSDê û bi hêzên Asayîşê re kirin û bajarê xwe û taxên xwe parastin û di wextê de agahiyên pêwist dane hêzên ewlekariyê û ev hefteya derbasbûyî bû mînakekî ku heger gel û şervan bi hev re bibine yek, serkeftin misoger dibe. Ev bû mînakekî balkêş a vê rastiyê. Ji bo vê yekê em ji gelê xwe yê Hasekê re li ser hişyarî, fedakarî û alîkariya wan a mezin spas dikin û em dibêjin ku gelê me yê Bakûr û Rojhilatê Suriyê hemû pêwiste li hember hemû êrişên DAÎŞê û yên xeynî DAÎŞê asta rêxistina xwe, hişyariya xwe û xwedî derketina li taxên xwe, gund û malên xwe hîn xûrttir bike û derxe asta herî jor. Dersa herî xûrt yê ku em ji vê êrişa DAÎŞê derxin yek jê ev e.

 

Cardin hêzên koalîsyona navnetewî di pêvajoya vê heftiyê de di hûndirê hemahengî û koordînasyonekî de alîkariya hêzên me kirin. Ango bi awayekî çalak hevkarî kirin û desteka xwe ya xûrt nîşan dan. Ji ber vê yekê em wan spas dikin.

EM HEMU ŞERVANÊN XWE Û ÊN ASAYÎŞÊ PÎROZ DİKİN

Cardin şervanên QSDê û hêzên Asayîşê fedakariyekî mezin nîşan dan û hêvî û planên DAÎŞê di qirika wan de hiştin û di vê oxirê de gelek şervanên me yên hêja şehîd ketin. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe yên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr tînin û soza xwe ya serkeftinê û parastina herêmê ji gelê xwe re cardin dubare dikin û em hemû şervan û fermandarên ku di vê pêngavê de rol leyîstine pîroz dikin.

Em bang li raya giştî û hemû hêzên eleqedar dikin û em dibêjin ku carekî din eşkere bû ku ji bo kabûsa DAÎŞê carekî din venegere, ji bo DAÎŞ nikaribe xwe topî ser hev bike, pêwistiya alîkariyekî hîn xûrttir bi QSDê re û xelqê Bakûr û Rojhilatê Suriyê re û bi Rêveberiya Xweser re heye. Bi qasî ku desteka siyasî, askerî û aborî ji bo QSDê û Rêveberiya Xweser zêde bibe, ewqasî zemînê rêxistinkirina DAÎŞê wê zeîf bibe û ewqasî wê DAÎŞ lewaz bibe.

Wekî encam; DAÎŞê carekî din xwest ku rojên tarî û kabûsekî bîne ser xelqên herêmê û ji bo vê ji gelek zemîn û aliyan sûd wergirt, lê belê qehremantî, cesaret û wêrekiya şervanên me û hişyarî û girêdana gelên herêmê carekî din bi rûhê salvegera serkeftina Kobanê, bi rûhê berxwedana Kobanê serkeftinekî din çêkirin. Em vê serkeftinê diyarî hemû gelên xwe û şehîdên xwe dikin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de hîna li herêmên wekî Dêrezor û Reqqa operasyonên me him di asta operasyonên lokal yên li ser noqta de him jî di asta operasyona li ser herêman de li dijî bermahî û şaneyên razayî berdewam dike.

Bîlanço:

Çeteyên DAÎŞê di hûndirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanêbi awayekî hovane şehîd xistin. Di şerê derve yê ku 7 rojan berdewam kir de jî 40  şervanên u 4 ji hemwelati me şehîd ketin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi qehremantiyekî mezin şehîd ketin. Em şehîdên xwe cardin bi bîr tînin.

Hêjmarê kûştiyên DAÎŞê 374.